Li Hesekê şîna Sirri Sureyya Onder hate danîn

Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder li Hesekê şîn hate danîn.

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku piştî 18 rojên li nexweşxaneyê di 3’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo Sirri Sureyya Onder konê sersaxiyê li qada Suryan a li taxa Nasirayê veda.

Ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê bi hezaran şêniyên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen herikîn bin kon. Di konê sersaxiyê wêneyê Sirri Sureyya Onder wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê hatin daliqandin.  

Li qadê merasîmeke hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed axivî û got: "Ji bin konê aştî û rûmetê, konê sersaxiyê yê têkoşer Sirrî Sureyya Onder em bi xêrhatina we dikin. Têkoşer Sirrî Sureyya Onder ji malbateke turkmanî bû, lê xwe berpirsyar li hemberî gelên bindest bi taybetî gelê Kurd dît, ji ber vê yekê jiyana xwe ji bo parastina aştî û jiyana hevbeş veqetand û bû sembola aştiyê."

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê Ferhan Dawud axivî û got: "Di şexsê têkoşer Sirrî Sureyya Onder de em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Li dijî gelê me siyasetên dûrxistin û înkarê hatin meşandin, lê fikrên demokasî û jiyana hevbeş ên Rêber Abdullah Ocalan asoyên nû vekirin. Sirri Sureyya Onder ji wan kesên girîng bûn ku ev fikir pratîk kir. Ew pêşeng e ku em di meşa xwe de îlhamê jê digirin."

Piştî axaftinan peyama Rêber Apo, peyamên KCK’ê û yên hin peyamên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên têkildarî wefata Sirrî Sureyya Onder hatin xwendin.

Serdana taziyê dewam dike.