Yuksekdag: Em ê serî netewînin, bendên demokratîk deynin

Yuksekdag li dijî qeyûman û neçîra pîrebokan nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku wê serî netewînin, banga sazkirina ‘benwên demokratîk’ kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li dijî tayînkirina qeyûman û êrîşên li dijî kedkaran nerazîbûnên tund nîşan da. Yuksekdag got; “Difikire ku dikare bi van parçeyên qaxizê yên mîna qanûn nîşanî me dide, vî welatî bi rê ve bibe. Em ne mecbûr in ku serî li ber van derhiqûqiyan bitewînin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag têkîldarî rojevê li Meclîsa civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen, wekîlên HDP’î Hişyar Ozsoy û Besîme Konca jî amade bûn.

Yuksekda li dijî binçavkirina Cîgirê Hevserokê HDP’ê Alp Altinors nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku ev serdegirtin û binçavkirin derhiqûqî ye.

Yuksekdag gotinên Serokomar Erdogan ên wekî "şopên hesp û kuçikan tevli hev bûn" jî bi bîr xist û ev tişt got: "Belê kî ew hesp û kuçik berdan qawê, ne hûn hin? Li dijî vê faşîzmê tenê ya li ser piya maye HDP ye, desthilatdariya siyasî 'kesên ku neaniye' rê bi riya şidet û hovîtiyê dixwaze teslîm bigire. Îro perdeyeke şidet û hovîtiyê ya nû vedibe. "

LI DIJÎ QEYÛM NERAZÎBÛN

Yuksekdag der barê qeyûma li ser Şaredariya Kopê de jî axivî û destnîşan kir ku ev trajediya desthilatdariya siyasî ye. Bi qeyûmekî nikarin me birûxînin. Wê gelê me heta dawiyê xwedî li wan şaredariyên xwe derkeve." Yuksekdag bi lêv kir ku ew qanûnên li ser kaxizan hatine nivîsandin wê baweriya xwe bi wan parçeyên kaxizan neynin û operasyonên li dijî kedkarên cemaweriyê û mamosteyan jî bi tundî rexne kir.

‘DESTHILATDARIYA SIYASÎ TÊK ÇÛYE’

Yuksekdag got "A îro têk çûye desthilatdariya siyasî ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke em li dijî vê yekê dernekevin em wê têk biçin. Gelekî ku bêdeng nebe wê teqes bi ser keve. We qeyûm avêt ser şaredariyan, lê hûnê bi milyonan hilbijaran çi bikin? Em qeyûmên we nas nakin."

Yuksekdag banga berxwedana demokratîk kir û ev tişt anî ziman: "Em di nava van şertan de bang li hêzên demokratîk, akademîsyenên hatine avêtin, hîndekar, kekdarên cemaweriyê ên bê pêşeroj hatine hiştin, kesên wekî darbekar hatine îlankirin, jini ciwan û kekdarên li welat divê em dest bidin hev û benda demokrasiyê ava bikin. Ev gelekî girîng e."

Yuksekdag bersiv da gotinên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ên wekî "yan hero yan mero" û wiha axivî: "Desthilatdariya heta dawiyê banga şer dike û xwe li ser vir dide jiyandin, hê jî rê nêz e xwe ji vê yekê rizgar bike."