Trump vê carê wê ji sedî 100 bacê ji fîlman bistîne
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku ew ê ji fîlmên ku li derveyî DYE’yê hatine kişandin û li Emerîkayê tên pêşandin ji sedî 100 bacê bistînin.
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku ew ê ji fîlmên ku li derveyî DYE’yê hatine kişandin û li Emerîkayê tên pêşandin ji sedî 100 bacê bistînin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump ji dema ku hatiye ser desthilatê heta niha bacên gumrukê li ser dewletan ferz dike. Donald Trump li ser medyaya dîjîtal parvekirinên nû yên bacê parve kir. Trump ev tişt anî ziman: "Pîşesaziya fîlmên Emerîkayê pir zû winda dibe. Hollywood û gelek deverên din ên DYE’yê wêran bûne. Welatên din ji bo fîlmçêker û studyoyên me ji DYE’yê dûr bixin her cure teşwîqan pêşkêş dikin.”
Trump rewş heyî weke, "hewldanek hevbeş a welatên din" û “gefa li ser ewlehiya neteweyî çêdike” bi nav kir.
Trump derbarê hûrgiliyên bacê de agahî neda.