Demîrtaş bersiv da gefên Yildirim û Soylû
Demîrtaş bersiv da gefên Serokwezîr Yildirim û Wezîrê Soylû. Demîrtaş destnîşan kir, ku ew ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin.
Demîrtaş bersiv da gefên Serokwezîr Yildirim û Wezîrê Soylû. Demîrtaş destnîşan kir, ku ew ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe bersiv da pirsên rojnamevanan.
Demîrtaş ji bo daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ku têkildarî parlamenterên HDP'ê yên doz li wan hatine vekirin de gotibû 'wê tepetep bên û îfadeyê bidin' ev bersiv da:
"Der heqê me de zêdeyî 550 dosya hene. Der heqê min de 102 dosya hene. Dadgeh wê teblîgatê bike. Li pêşberî vê jî helwesta me diyar e. Eger biryara anîna bi zorê bidin, hingî karê hêzên ewlekariyê ye ku vê biryarê pêk bîne yan jî nîne. Erk a dadgehan e, ne ya Serokwezîr e. Beriya her tiştî, Serokwezîr radibe di mijara çûye ber destê dadgehê de daxive. Ev yek bi tena serê xwe nîşand ide ku dadgeh serbixwe nînin, di nava dadgeriyê de sîstemeke hiqûqê nîne.
Em ê bi tepetep biçin an bi rengekî din tevbigerin, ev ne karê Serokwezîr e. Li her cihî me ragihand ku rakirina destnedanê li dijî Destûra Bingehîn e. Hurmeta me ya li dadgeriyê heye, lê belê hurmeta me li dadgeriya serbixwe û adîl heye. Di nava sîstemekê de ku dozger û dadger di bin fermana siyasetê de ne, nepêkane darizandineke adîl bê kirin. Rewşa li hemberî me, ev e. Di her şert û mercî de em ê helwesta xwe ya siyasî bidomînin. HDP ji bo aştiya vî welatî partiyeke girîng e. Bi destê dadgeriyê tesfiyekirina HDP'ê, ne helwesteke rast e."
6-8'Ê COTMEHÊ Û QEYÛM
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de bersiv da gotinên Yildirim ên li ser serhildana 6-8'ê Cotmehê ya Kobanê û got, "Li wê derê zêdeyî 50 welatiyên me hatin qetilkirin. 45 ji van HDP'yî ne. Serokwezîr ev ji bîr kiriye, hewl dide ji bîr kirin. 45 HDP'yî bi fermana we hatin qetilkrin. Eger wê dosya bê vekirin, ku ez ê jî jê razî bim, hingî wê derkeve holê bê wê demê kê ferman daye, kê ewqas mirov qetil kiriye. Wê derkeve holê ku berpirsyar hêzên qirêj ên hûn destekê didin wan e."
Li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, ku der barê bicihkirina qeyûman li şaredariyên DBP'yî de ji siyasetmedarên Kurd re gotibû "Ya herro ya merro, yên ji hêza dewletê fêhm nakin, wê bersiva pêwîst were dayîn" Demîrtaş ev bersiv da:
"Piştî hewldana darbeyê firsendeke girîng ketibû destê Tirkiyeyê. Ev firsend ji bo pêkanîna aştiya navxweyî bû. Hikûmetê nexwest vê binirxîne, berevajî xwest pêla şovenîzmê bafirîne û li dora vê yekê jî 'yekîtî-hevgirtinê' çêbike. Sedema zêdebûna êrîşên li dijî HDP'ê jî ev e. Berê nîjadperestên Tirk dan me û xwestin ji vir dengan bi dest bixin. Meseleya qeyûman a li dijî şaredariyan jî ev e. Meseleya rakirina destnedana parlamenteran jî ev e. Sedema sûcdariyên li me tên kirin jî ev e.
Niha Serokwezîr radibe fermanên gelekî xetere û li derveyî hiqûqê dide waliyan. Ji wan re dibêje 'Ji kirina şaşîtiya netirsin'. Ev tê çi wateyê? Tê wateya; hûn dikarin li derveyî hiqûqê tevbigerin, hûn dikarin mirovan mexdûr bikin, bi rehetî vê bikin, em li pişt we ne.
Ji vê kêliyê û pê ve berpirsyariya siyasî û hiqûqî ya her sûcekî ji aliyê waliyan ve bê kirin, Serokwezîr e. Bila waliyên li gorî vê fermana Serokwezîr tevbigerin jî zanibin, roj wê bê, çawa ku îro ji FETO girtin çêdibe, sibe wê waliyên biryarên li derveyî hiqûqê yên AKP'ê bi cih anîne, wê bên darizandin. Hûn ne mecbûr in fermana li derveyî qanûnan a Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir bi cih bînin.
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Em ê li dijî hemû pêkanînên li derveyî qanûnan li ber xwe bidin. Berxwedana sivîl mafek e. Ez êvara 15'ê Tîrmehê tînim bîra her kesî. Gelo ji bo we maf e, lê ji bo me ne maf e? Gelo bi tenê mafê AKP'ê ye ku bang li mirovan bike ji bo dakeve kolanan. Mafê her welatiyeke/î vî welatî ye, ku li dijî bêqanûnî û faşîzmê li ber xwe bide. Em ê di çarçoveya demokratîk de tevî welatiyên xwe li dijî vê bêhiqûqiyê li ber xwe bidin.
Ji bo Wezîrê Karên Hundir ê nû hatiye wezîfedarkirin dixwazim vê bêjim; 'Ya herro ya merro' du alternatîf in. Eger herro nebe wê merro bibe. Ew û kêfa xwe."