Pîştî endamê PM yê DBP’ê hat berdan bi 5 deqeyan dîsa hate binçavkirin

Endamê PM yê DBP’ê Bayram Demîrhan, pîştî ku ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan û şûn de dîsa hate binçavkirin.

Endamê Meclîsa Partiyê (PM) ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bayram Demîrhan ê ku bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” li benda kontrolê duh şev li ser rêya navçeya Westan a Wanê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. Demîrhan, di derketina edliyeyê de dubare ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Hat diyarkirin ku piştî karûbarên Demîrhan ên li Miduriyeta Emniyeta Navçeyê wê bişînin Miduriyeta Emniyeta Wanê. Têkildarî binçavkirina Demîrhan ti agahiyên zelel nehatin bidestxistin.