KÎK'ê ambargo danî ser Şaredariyên DBP'yî

Saziya Îhaleyê ya Gelemperiyê (KÎK), Şaredariyên Artemêtan, Îpekyolû û Qelqeliyê yên DBP'yî, ku tê plankirin qeyûm li wan bê erkdarkirin, li derveyî sîstema malpera xwe ya înternetê hişt.

Hikûmeta AKP'ê, piştî ku biryarnameya qeyûm derxist, yekser ket nava liv û tevgerê. Çend ji Şaredariyên ku gefa qeyûm lê tên xwarin Şaredariyên Artemêtan, Îpekyolû û Qelqelî yên Wanê ne. Ev her sê şaredarî li derveyî sîstema şaredariyan a malpera înternetê ya KÎK'ê hatin hiştin, ku li vê malperê serlêdanên îhaleyê yên şaredariyan tên weşandin.

Rayedarên Şaredariyan der barê mijarê de agahî dan û diyar kirin, ev pêkanîn nehiqûqî ye. Rayedarên Şaredariyan gotin, "Hê qeyûm nehatiye şandin, ji niha ve pêşî li xizmetên me yên ji bo gel tê girtin. Xizmetên me yên di çarçoveya pêdiviyên gel de tên kirin, tên astengkirin. Karên me yên niha di qonaxa îhaleyê de ne, bi rengekî ku nikare bê ravekirin, niha hatine sekinandin. Xuya ye dixwazin piştî erkdarkirina qeyûm bixin meriyetê, ku parekê ji xwe re jê bigirin."