Alîkarê Hevserokên HDP'ê Altinors hat binçavkirin
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors, li mala xwe bi serdegirtinê hat binçavkirin.
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors, li mala xwe bi serdegirtinê hat binçavkirin.
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinorshat binçavkirin. Bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeyê Zakîr Karabûlût bû, ku di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Tokatê de hat binçavkirin.
Polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser mala Altinors a li Enqereyê û piştî lêgerîna du saetan a li malê, Altinors binçav kirin. Altinors birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Tê gotin, Altinors wê bişînin Tokatê.