Ji bo Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn

Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn. Girseyên gel serdana qadên şînê dikin.

Li Amedê şîn li Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê hate danîn û li gel saziyên civakî yên sivîl û parlamenterên berê, Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tevlî bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya Onder û got, "Em ê ala wî ya aştiyê danexînin erdê." Hevşaredar Serra Bûcak jî bal kişand ser tevkariya onder a ji bo têkoşîna demokrasiyê.

Li Rihayê jî şîn hate danîn û ji serê sibehê ve girseyên gel serdana wê kirin.

Li Şirnexê jî şîn hate danîn û tevlîbûneke girseyî çêbû.

Serdanên sersaxiyê wê rojên bê jî dewam bikin.