Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat hatin girtin

Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên li Mersînê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan, ku êvara 7'ê Îlonê dema diçûn malên xwe yên li Mersînê di rê de hatibûn binçavkirin, îro sewqî edliyeyê hatin kirin.

Dozgeriya Tirk, piştî lêpirsînê Çoban û Îlkan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kirine" ji bo girtinê radestî dadgehê kir.

Li dadgehê jî, piştî dayîna îfadeyê Çoban û Îlkan bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.