Li Berlîn û Bochûmê çalakiyên protestoyî

Li bajarên Berlîn û Bochûm ên Elmanyayê, dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin.

Li bajarên Berlîn û Bochûm ên Elmanyayê, dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin.

BERLÎN

Li ser banga Nûnertiya PYD'ê ya Berlînê, gelek kes li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Berlînê li hev civiyan û çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Di çalakiyê de dagirkirina Cerablûsê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Nûnertiya Rojava ya li Elmanyayê, rêxistina Ciwanên Rojava yên li Berlînê û NAV-DEM'ê jî destek dan çalakiyê.

Nûnerê Rojavayê Kurdistanê yê li Elmanyayê Sîpan Îbrahîm li vir axivî û diyar kir, hebûna Tirkiyeyê ya di nava şerê navxweyî yê li Rojava û Sûriyeyê de nû nîne, ji destpêka şer ve timî destek daye terorîstan. Îbrahîm ragihand, bi dagirkirina Cerablûsê re Tirkiyeyê desteka xwe ya ji bo çete û terorîstan eşkere kiriye û anî ziman, ew ê belgeyên li ser têkiliya DAIŞ'ê û Tirkiyeyê di demeke nêz de eşkere bikin. Îbrahîm destnîşan kir, AKP û Erdogan wê li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî kûr têk biçin.

Sîpan Îbrahîm her wiha bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li hemû Kurdan kir, ku ji bo Ocalan rabin ser piyan. Îbrahîm got, "Em çalakiyên ji bo Rêber Apo hatine destpêkirin silav dikin û heta agahiyê jê bigirin, weke gelên Rojava em ê jî li ber xwe bidin."

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst AKP", "Rojava wê ji TC re bibe goristan", "Bijî YPG/YPJ", "Bijî QSD" û "Bijî piştgiriya enternasyonal" hatin qîrîn.

BOCHÛM

Kurdistaniyên li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar bikin, meşiyan û mîtîngek lidar xistin.

Çalakî bi pêşengiya Malbatên Winda û Mexdûran (KOMAW) ve hat lidarxistin. Bi qasî 400 Kurdistanî û dostên wan ên li ber Gara Trenê ya Bochûmê li hev civiyan, heta ber avahiya Dadgeha Bochûmê ve meşiyan. Piştre li vir mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li qada mîtîngê de daxwaza rakirina tecrîdê hat kirin. Çalakgeran xwestin, demek ji ya din zûtir, agahiyê ji Ocalan bigirin. Her wiha CPT jî hat şermezarkirin, ku bêyî biçe Girava Îmraliyê ji Tirkiyeyê derket. Di çalakiyê de grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin silavkirin.

Di meş û mîtîngê de pankartên bi nivîsên ji bo azadiya Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Kujer DAIŞ-Erdogan", "Terorîst Tirkiye-DAIŞ" hatin qîrîn.

...