Der heqê xebatkarên Ozgur Halkê de biryara binçavkirinê
Di serdegirtina Kovara Ozgur Halkê de polîsan nobedarê avahiyê Nedîm Demîrkiran binçav kirin, ji hêla dadgehê ve ji bo gerînendeyê karên nivîsê yê kovarê û belavkarên ku wê werin tespîtkirin biryara binçavkirinê da.
ANF
STENBOL
în, 9 rezberê 2016, 20:24
Di serdegirtina Kovara Ozgur Halkê de polîsan nobedarê avahiyê Nedîm Demîrkiran binçav kirin, ji hêla dadgehê ve ji bo gerînendeyê karên nivîsê yê kovarê û belavkarên ku wê werin tespîtkirin biryara binçavkirinê da.
ZÎNCÎR: POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA KURD DEWAM DIKE
Lêgerînên polîsan ên li navenda Kovara Ozgur Halkêya li Stenbolê bi dawî bû. Piştî lêgerînê gelek rojname, pirtûk û 2 kasayên compîterê hatin desteserkirin, nobedera avahiyê Nedîm Demîr hate binçavkirin. Piştre ji parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azad Sînan Zîncîr daxuyanî da çapemeniyê, diyar kir ku der heqê hejmara Tebaxê ya Kovara Ozgur Halkê de bi îdîaya “propagandaya rêxistinê dike” biryara komkirinê hatiye dayîn. Zîncîr ragihand ku di lêgerîna avahiyê de tevahî pirtûk, weşan, kovar, rojname û 2 kasayên compîterê hatin desteserkirin, wiha dewam kir: “Di avahiyê de çi hebû dest danîn ser.” Zîncîr got Nedîm Demîrkiran ê nobedar birine Qereqola Polîsan a Taksîmê, anî ziman ku di serî de gerînendeyê karên nivîsê yê kovarê, biryara binçavkirina tevahî belavkarên ku wê bên tespîtkirin hatiye dayîn.Zîncir destnîşan kir ku operasyonên qirkirinê yên li dijî çapemeniya Kurd didomin.
ERKAN: YEK BI YEK BIGIRIN JÎ EM Ê GAVÊ BI PAŞ VE NAVÊJIN!
Li ser navê endamên Rêxistina HDP’a Stenbolê yên bi armanca piştevaniyê li nuqteya ku lêgerîn pêk hatiye nobedê digirin, Cîgirê Serokê Berpirsiyarê Rêxistinkirinê Feremez Erkan serdegirtina kovarê şermezar kir û got; “Hikûmet di çarçoveya polîtîkayên xwe yên yekperest, her kesên ku ne AKP’î ne dike hedef. Em vê qebûl nakin. Eger yek bi yek jî em bêne girtin, bavêjin zindanan jî canên me jî bistînin, em ê di vê mijarê de bi paş ve gavê navêjin.”