Polîsên Tirk bi ser kovara Ozgur Halkê de girtin

Polîsên Tirk li Stenbolê bi ser avahiya Kovara Ozgur Halkê de girtin.

Polîsan avêtin ser buroya navendî ya kovara Ozgur Halkê ya li Beyoglûya Stenbolê. Hate diyarkirin ku sedema serdegirtinê, “Ji ber di hejmara meha bihurî de kovarê 15’ê Tîrmehê ku PKK’ê dest bi têkoşîna çekdarî kiriye, di kovarê de daye’.

Hejmara Tebaxê ya kovarê bi îdîaya, “Propaganda rêxistinê kiriye” biryara komkirinê li ser heye û bi biryara “komkirina tevahî alavên ku daneyên sûc in” jî li buroyê lêgerîn didome.

Polîsên Tirk nahêlin parêzerên endamên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz nêzî buroyê bibin, her wiha destûra dîmengirtinê ya çepemeniyê jî nadin.