BI DÎMEN

Cenazeyê şervanê QSD'ê Berxwedan Efrîn hate veşartin

Şervanê Hêzên Komandos ê QSD'ê Berxwedan Efrîn (Hesen Celo) ku di 3’yê Gulanê de li herêma Bendava Tişrînê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Merasîma li bajarê Qamişloyê bi beşdariya bi sedan kesan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê cenazeyê şehîd bi gulan û alên Hêzên Komandos xemilandin, bi ber Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin. 

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiya Îbrahîm di merasîmê de axivî û got: "Bi xwîna pak a şehîdan dara azadiyê şîn dibe. Em wesiyeta Rêber Abdullah Ocalan ji bîr nakin ku dibêje em ê bi xwînê welat av bidin û azad bijîn. Qelenê azadiyê giran e. Li pêşiya mezinahiya şehadetê cihê lawaziyê nîn e. Dirûşma me an serkeftin an serkeftin e."  

Ji fermandarên QSD’ê Aldar Efrîn jî axivî û ser kesayeta şehîd Berxwedan ev tişt anî ziman: “Şehîd Berxwedan bi lehengî wêrekiya xwe dihay nasîn û tirs xisitbû dilê çeteyan. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê vegerin Efrînê, bila çavê te rihet razên.”

Kurxalê şehîd Berxwedan, Hemze Mihemed Ebdo jî got: "Ez ê heya dawiyê li du xeta şehîd Berxwedan bim. Em ê xeyalê wî yê rizgarkirina Efrînê bi cih bînin." her wiha birayê şehîd Berxwedan, Bekir Celo jî stranek şoreşgerî got. 

Piştre jî wesîqeya şehîd Berxwedan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenaze şehîd bi tilîliyên dayikan hate veşartin.