NAV-YEK, KCDK-E, HDK-Ewropayê jî piştigiriya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin

Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê di roja 18’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didomîne, ji hêla gelek sazî, dezgeh û welatparêzên Êzidî ve tê ziyaretkirin.

Beşa dorveger a greva birçîbûnê ya ku li Dêra La Trés-Sainte-Trinité ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bêdem-bêdorveger didome, hê ji hêla endamên Tevgera Jinên Kurd (TJK-E) tê domandin. Her wiha greva piştgiriyê ya du rojan ku pêkhateyên HDK-Ewropa dimeşîne, wê îro bi dawî bibe.

JI ÊZIDIYÊN ENDAMÊN NAV-YEK’Ê SERDAN

Ji bajarên Ewropayê ziyaretkirina greva birçîbûnê didome. Kurdên Êzidî yên endamên NAV-YÊK’ê yên li bajarê Celle yê Elmanyayê jî serî dan çalakvanên greva birçîbûnê.

Endamên NAV-YEK’ê destekên xwe dubare kirin, destnîşan kirin ku di pêvajoyek wisa de çalakiyek bi vî awayî pir bi nirx e, bang li Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê kirin ku bikeve nav liv û tevgerê.

Komek jinên endamên Însiyatîfa Jinan a Stûttgartê jî serdana çalakvanan kirin, daxuyaniya piştgiriyê dan.

Her wiha li vir ji hêla nûnerên saziyên Kurd jî daxuyanî hatin dayîn:

Ji berdevkên AvEG-KON’ê Bakî Selçûk desteka xwe ya ji bo armancên çalakiyê bi lêv kir, got; “Bi armanca piştgiriyê me dest bi greva du rojan kir û ji niha û şûn de jî wê tevlîbûna heman çalakiyan bidome.”

‘SERÎRAKIRINA 5 KESAN A LI DIJÎ VAN SÎSTEMAN GELEKÎ GIRÎNG E’

Metîn Ayçîçek: Wek wezîfeyek exlaqî divê em xwedî li Birêz Ocalan derbikevin. Bi vê daxwazê ve serîrakirina 5 kesan a li dijî van tevahî sîsteman gelekî girîng e.

Berdevka HDK-A ya Hambûrgê Naîme Eren: Ev greva birçîbûnê ji bo bawerî, gelan pir girîng e. Projeya Birêz Ocalan a baweriyan, azadiya gelan û siberojê li Rojava û Şengalê dikeve meriyetê.

NÛNERÊ ASÛRÎ: SEROK APO NE TENÊ LÎDERÊ KURDAN E, LÎDERÊ TEVAHÎ GELÊN BINDEST E

Nûman Ûçar: Ez li ser navê gelê Asûrî-Suryanî li vir im. Dibêjin Serok Apo serokê Kurdan e, ez tevlî vê nabim. Ji ber ku Serok Apo ne tenê serokê Kurdan e, serokê tevahî gel û baweriyên bindest e. Ev felsefe garantiya tevahî bawerî û gelan e.

Li ser navê pêkhateya HDK-A’yê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKB) Samet Erdogdu çalakî slav kir û bang li hemû Kurdan kir ku xwedî lê derbikeve.

HEVSEROKA KCDK-E YUKSEL KOÇ: EM LI SEROK APO XWEDÎ DERBIKEVIN

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî ku çalager ziyaret kirin bang li hemû sazî û dezgehên li Ewropayê yên welatparêz kir ku bi awayekî hê xurtir li Ocalan xwedî derbikevin. Koç wiha got: ‘’Ev çalakiyeke dîrokî ye. Meclîsa Dîasporayê ya Êzîdiyan, ji bo Rêbertî û statûya Şengalê vê çalakiyê dikin. Ev ne tenê çalakiyeke protestoyê ye, watedar e, ji bo jiyan û felsefeyekê tê kirin. Banga ku ji bo hemû pêkhateyan, navendên civakî, dostên me ew e ku li Serok Apo, li vê çalakiyê xwedî derbikevin. Her kes li cihê lê, dikare çalakiyan bike û vê çalakiyê xurt bike. Em ne piştevanê vê çalakiyê xwediyê vê çalakiyê ne Ji bo vê jî bi awayekî xurt em tevlî çalakiya Straboûrgê ya 15’ê Îlonê bibin. Em bang li hemû Kurdên Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin û xwedî li van daxwazan derkevin.

Dîsa 17’ê Îlonê li hemû eyaletên Elmanya, li Fransa Marsîlya, Bordauxê, Toulause, Kanada, Japonta, Awûstralya, Hollanda, Avûstûrya, Belçîka, Ingiltere, Norwêç, Fîllandiya, Swêd, Yewnanîstan, Kibris, Romanya dîsa li Italya li 10 navendan bi daxwazên grêva birçîbûnê ya Straboûrgê divê çalakiyên xwe bikin.

...