Ji HDP’ê berteka destpêkê ji bo qeyûmê: EM NASNAKIN!
Piştî wezîferdarkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Sûr û Farqîn ên Amedê bertekên destpêkê HDP’ê nîşan da. Beştaş a HDP’yî, diyar kir ku hevşaredar, endamên meclîsê û gel qeyûman nas nakin.
Piştî wezîferdarkirina qeyûmên ji bo şaredariyên Sûr û Farqîn ên Amedê bertekên destpêkê HDP’ê nîşan da. Beştaş a HDP’yî, diyar kir ku hevşaredar, endamên meclîsê û gel qeyûman nas nakin.
Hiqûqnas û Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş a ku ji ANF’ê re axîvî û diyar kir ku ew biryara qeyûman nasnakin.
Beştaş destnîşan kir ku şaredarî cihên herî girîng ên ku vîna gelan dide nîşandan û wiha got: “Hikûmet bi qeyûman vîna gel û hilbijêran red dike. Ew hevşaredar in. Hikûmet encamên hilbijartinê, vîna hilbijartinê red dike. Wê demê bila ji bo Serokkomariyê û Meclîsê jî qeyûman wezîfedar bikin. Ev yek qet ne li gorî rêgezên dewleta hiqûqê ye.”
‘GEL WÊ MAF Û HIQÛQA XWE BI PARÊZE’
Beştaş a ku got: “Bi ti awayî em qeyûman qebûl nakin” wiha pê de çû:
“Diyare ne wê weke mehmûrekî, ne wekî erkdarekî ji sedî 60, 70, 90 deng standî erka xwe pêk bîne. Serok, endamên Meclîsê û gel wê qeyûman nas nekin. Eger ku hikûmet vîna xwe tine bi hesibîne wê gel bi xwe mafê xwe û hiqûqa xwe bi parêze.
Mijara qeyûmê hate Meclîsê; bi piraniya dengên her çar partiyan hete vekişandin. Lê hikûmetê bi KHK’ê xiste meryetê.
‘HER KESÊ KU NE AKP’YÎ BE DI HEDEFÊ DE YE’
Beştaş destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê hewldana darbeyê mîna fersendekê bikar anî, ti cudahiya Rewşa Awarte û hewldana darbeyên nîne, ji peywirgirtina mamostayan û biyarên binçavkirinê yên di der barê parêzeran de jî mîna mînak da nîşandan. Beştaş wiha anî ziman: “Hemû hewldanên di bin navê têkoşîna li dijî darbeyê de, lê mixabin ti eleqeya xwe bi darbeyê re neyî, mûxalefet û her kesê ku têkoşîna demokratîk dike di hedefê deye.
Her dawî Beştaş wiha got: “Hikûmet di nava tirsekî mezin de ye. Şaşîtiyên pir mezin dike. Bê hiqûqiyên mezin dike. Tabloya antî-demokratîk a ku niha Tirkiye li nav de, her ku diçe kûr û giran dibe.”