Şakir: Pêwîst e başûrê Kurdistanê hê zêdetir xwedî li Ocalan derkeve
Hevseroka Tevgera Azadî Şakîr bang li başûrê Kurdistanê kir ku hê zêdetir xwedî li Ocalan derkevin, got pêwîst e hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan di qada navneteweyî de dîplomasiyek mezin bimeşînin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 9 rezberê 2016, 16:36
Hevseroka Tevgera Azadî Şilan Şakîr têkîldarî krîza li başûrê Kurdistanê û xwedîderketina li Ocalan ji ANF’ê re axivî.
Şakîr sedema nebihurandina krîzê bi du sedeman ve girê da, diyar kir ku sedema yekemîn ew e ku hêzên siyasî yên li başûrê Kurdistanê pişta xwe bi hêzên derve xurt dikin û li gor berjewendiyên partiyên xwe dixwazin bibin hêz. Wek ya duyemîn jî wiha axivî: “Yên gotinên nîzamek demokratîk bi lêv dikin, wek partiyên kevn hesabên desthilatdariya xwe dikin, berjewendiyên xwe û partiyên xwe li pêş her tiştî digirin.”
Şakîr nêzîkatiya partiyên hikûmetê ya li beramberî krîzê jî nirxand û wek berpirsiyarê yekem navê PDK’ê bi lêv kir û got; “Li dijî vê ji hin partiyan deng derket, lê ev ne di wê astê de bû ku krîzê, pirsgirêkan çareser bike.”
Hevseroka Tevgera Azadî Şilan Şakîr têkîldarî pirsgirêkên navxweyî yên YNK’ê jî anî ziman ku hêvî dikin ev pirsgirêk di demek nêz de çareser bibin.
Şakîr bal kişand ser êrîşên li Kurdistanê û got; “Başûrê Kurdistanê bi siyaset, polîtîkaya ekonomî, stratejiya parastinê ya heyî nikare pirsgirêkên navxweyî bibihure û lewre jî nikare tevkariyê bi têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din ên Kurdistanê bike. Mixabin, herî zêde jî dijminên Kurdan sûdê ji vê rewşê werdigirin.”
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakîr bang li başûrê Kurdistanê kir ku hê zêdetir xwedî li Ocalan derkevin, got pêwîst e hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan di qada navneteweyî de dîplomasiyek mezin bimeşînin.
Şakîr herî dawî girîngiya pêvajoyê bi bîr xist, destnîşan kir ku di rojevê de guhertina nexşeyan heye û wiha axivî: “Lewre jî tenê partiyek an jî rêxistinek nikare vê pêvajoyê pêşwazî bike. Pêvajoy pêdiviyê bi yekgirtina hêza her kesî dibîne.”