Tecrîd li sê welatan hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.
Di çalakiyên li Swîsre, Îngilîstan û Elmanyayê de hat xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin û bang li gel hat kirin.
BÎEL
Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan ji bo şermezakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her rojên Çarşemê bi rengekî bênavber çalakiyan lidar dixe.
Kurdistanî û dostên wan li Zentralplatzê li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de zarokan belavokên bi zimanên Îngilîzî û Elmanî yên li ser rewşa Ocalan belav kirin.
Di axaftinan de daxwaza rakirina tecrîdê hat kirin û hat gotin, divê der hal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Qisekeran grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê silav kirin û diyar kirin, heta rakirina tecrîdê ew ê jî her rojên Çarşemê çalakiyên xwe bib iryardarî bidomînin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.
BRÎGHTON
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyan bi pankart û belavokên xwe ve bala Brîtaniyan kişandin ser kampanya ji bo azadiya Oaclan, tecrîda giran a li ser Ocalan, hevkariya dewleta Tirk a bi DAIŞ'ê re û dagirkirina xaka Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve. Di belavokan de ji saziyên navneteweyî û CPT hat xwestin, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan zextê li hikûmeta Tirk bikin.
KÎEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, Kurdên her roja Çarşemê li Asmûs Bremer Platzê li hev dicivin, tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Girseya gel wêneyên Ocalan hil da û belavokên li ser mijarê belav kir. Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kîelê de hat ragihandin, heta tecrîd were rakirin wê çalakiyên wan ên roja Çarşemê dewam bikin.