Li Danîmarkayê konferansa Rojhilata Navîn û Kurd
Bi konferansek li Parlamentoya Danîmarkayê ve pêşketinên li Rojhilata Navîn û di aştiyek mayinde ya herêmê de rola Kurdan hate gotûbêjkirin.
Bi konferansek li Parlamentoya Danîmarkayê ve pêşketinên li Rojhilata Navîn û di aştiyek mayinde ya herêmê de rola Kurdan hate gotûbêjkirin.
Konferansa ku ji hêla Globale Seniorer, Den Danske Helsinki- Komite for Menneskerettigheder, FN Forbundet û Kurdisk Forum hate organîzekirin, ji hêla Însiyatîfa Dostaniya Kurdan a Danîmarkayê hate destekkirin.
Di konferansê de li ser bûyerên li Tirkiye û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Di Konferansê de wezîfedarê li Zanîngeha Sûssexê Dr. Kamran Matîn ê ji rojhilatê Kurdistanê axivî, got li şûna mijara Kurd, pêwîstî pê heye ku çareseriya Kurdan bê vegotin û bal kişand ser şoreşa Rojava û tarzê rêveberiyê yê aştîxwaz û demokratîk.
Her wiha Nûnerê Konseya Ewropayê ya HDP’ê Faîk Yagizay jî axivî, destnîşan kir ku derdê dewleta Tirk a ketiye axa Sûriyeyê esas mudaxelekirina Rojava ye, hedefa wê jî zeîfkirina hêza Kurdan e.
Ji Komaleya Mafên Mirovan a Komîteya Helsînkî Karsten Fledelîûs jî anî ziman ku bê ka çawa Erdogan ji bo sulteya Osmanî ava bike, berê xwe daye Kurdan û mûxalefetê.
Ji Hîndekarên Zanîngeha Kopenhagê jakob Skovgaard-Petersen jî bal kişand ser texrîbata ku zîhniyeta netewe dewleta Ereb li erdnîgariya Rojhilata Navîn pêk aniye.
Rojnamevanê Danîmarkî û pisporê Rojhilata Navîn Anders Jerichow jî diyar kir ku Kurd wê di pêşeroja Sûriyeyê rolek sereke bilîzin. Her wiha Jerichow bal kişand ser zextên ku dewleta Tirk bi ser Kurdan tîne, destnîşan kir ku Erdogan wek tê zanîn ne oldar e, ji bo qeyimkirina desthilatdariya xwe hem ol hem jî nîjadperestiyê bi kar tîne.