ROJANE
Hemû Nûçe
-
Greva birçîbûnê ya li Atînayê bi mîtîngekê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya ku li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi şîara, “Azadiya Ocalan azadiya me ye, tenduristiya wî ya me ye” dihate lidarxistin, di roja 5’emîn de bi mîtîngekê bi dawî bû. -
AvEG-Konê ji bo Festîvala Çanda Kurd a 24. banga tevlîbûnê kir
AvEG-Kon’ê bang kir ku sibehê bi girseyî tevlî 24. Festîvala Çanda Kurd bibin ku wê li Elmanya, Kolnê were lidarxistin. -
Bi awayekî onlîne mirov dikare xwe bigihîne pirtûkên Ocalan
Însiyatîfa Navnetewî, Însiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Aştî, diyar kir, xwendekar di ser adrêsa http://ocalan-books.com/#/ ‘ê re dikarin xwe bigihînin pirtûkên Ocalan. -
KNK: TC li Kobanê gora xwe dikole
KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên bi temamî li ser tinekirina Kurdan saz kiriye û got; “TC li Kobanê gora xwe dikole.” -
MUB: Em bang dikin ku xwedî li Birêz Ocalan derbikevin
MUB’ê bertek nîşanî tecrîda da û got, ‘’Em bang dikin ku xwedî li Birêz Ocalan derbikevin’’ MUB’ê xwest ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were û vegerin ser maseyê. -
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ji bo Ocalan li kolanan e
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. -
Polîsên Elman Meşa Dirêj asteng kirin
Polîsên Elman muzîka Meşa Dirêj ku Ciwanên Azad organîze dike, hincet nîşan da û Meşa Dirêj asteng kirin. -
'Gel wê qeyûmê qebûl neke'
Hikûmeta AKP’ê, bi CHP'ê û MHP'ê re li hev kir û Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de derxist. Hikûmetê bi vê biryarnameyê re rê li ber vekir û bi qeyûman dest deyne ser hemû malên şaredariyên DBP'yî. -
Bayik bang kir: Divê her kes li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik got, "Tirkiye li dijî Rojava, QSD û Federasyona Bakurê Sûriyeyê derdikeve. Dixwaze DAIŞ, El Nûsra, Ehrar el Şam serdest bike. Lewma bang li her kesî dikim; li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabin." -
Bayik: Li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Apo xeteriyeke mezin heye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û diyar kir, ku êdî sebra wan û gelê Kurd nema ye. -
Li sê navçeyên Bexdayê êrîşên bombeyî
Li sê navçeyên paytexta Iraq Bexdayê teqînan rû dan. Li gorî agahiyên destpêkê, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn. -
ATÎF'ê ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir
ATÎF'ê ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 3'ê Îlonê li Kolnê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Malbata Êzidî: Ocalan hevrêyê xizan, bindest û gelan e
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 11. de bi biryardarî dewam dike. Malbata Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek ku yek ji çalakgeran e, bang li Kurdên Êzidî kir. -
AKP'ê bi rêya Rewşa Awarte dest danî ser şaredariyan
Hikûmeta AKP'ê, qanûna 'bicihkirina qeyûman li şaredariyan' ku ji rojeva Meclîsê derxistibû, bi biryarnameya xwedî hukmê qanûnî, xist meriyetê. -
Bi hezaran Vedat Turkalî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin
Nivîskar û şoreşgerê mezin Vedat Turkalî, bi merasîmekî bi beşdariya hezaran, li gel hevjîna wî Merîh Pîrhasan bi dengê wî “Li benda me be Stenbol” ve hate definkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi piştgiriyên kom bi kom dewam dike
Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporaya Şengalê daye destpêkirin, di roja 10’emîn de didome. Çalakiya Greva Birçîbûnê bi piştgiriyan berdewam dike. -
Merasîma cenazeyê Vedat Turkalî
Ji bo nivîskar, wêjevan, kedkarê sînemayê û dostê Kurdan Vedat Turkalî merasîmeke girseyî hat lidarxistin. -
Kurdistanî ji bo Ocalan li Stockholm û Parîsê daketin kolanan
Li paytexta Swêd Stockholmê û li paytexta Fransa Parîsê tecrîd hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
Di Meşa Dirêj de berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin
Meşa Dirêj a ciwanên Kurd di roja duyemîn de ye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî destek da meşê. Di meşê de berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. -
Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir
Civaka Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo meş û mîtînga 3'ê Îlonê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir. -
Li greva birçîbûnê ya li Atînayê çalakgerên biçûk
Li paytext Atînayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan dewam dike. Zarokên çalakgeran jî destekê didin çalakiyê. -
Du sal û nîv cezayê girtîgehê li Kenan Baştû hat birîn
Siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû, ku li bajarê Celle yê Elmanyayê ji 'endametiay PKK'ê tê darizandin bi cezayê girtîgehê yê 2 sal û nîvan hat cezakirin. -
Muslim li PE axivî: Divê YE li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li konferansek li PE axivî û got, "Divê welatên Ewropayê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava rabin." Muslim da xuyakirin, ku belgeyên li ser alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê, li ber destê wan e. -
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê ji bo Rojava bang li hêzên navneteweyî kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bi hev re daxuyaniyek dan çapemeniyê û bang li Rûsya, welatên rojavayî û hemû hêzên navneteweyî kirin, ku li ber dagirkeriya Tirk a li Rojavayê Kurdistanê rabin û destekê bidin QSD'ê, ku rûmeta mirovahiyê diparêze. -
Li Agirî, Edene û Bedlîsê operasyonên qirkirina siyasî
Li Agirî û Edeneyê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malan û gelek kes binçav kirin. Li Bedlîsê jî 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.