Gelek parêzer li Îzmîrê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, parêzerên ku binçavkirina parêzeran şermezar kirin, bûn hedefa êrîşa polîsan. Gelek parêzer hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê, parêzerên ku binçavkirina parêzeran şermezar kirin, bûn hedefa êrîşa polîsan. Gelek parêzer hatin binçavkirin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem şaxê Îzmîrê, ji bo binçavkirina hempîşeyên xwe yên li Antalyayê şermezar bikin xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê belê polîsan êrîşî parêzeran kirin.
Di çalakiyê de, ku li ber avahiya edliyeyê pêk hat, polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî parêzeran kirin û 25 jê bi lêdanê binçav kirin.
Navên çend ji parêzerên hatine binçavkirin bi vî rengî ne: Ayşegul Karpûz, Emre Dûrûkan, Îhsan Can Akmara, Semîh Taşcan, Rûken Aslan, Berrîn Esîn Kaya, Gul Kîreç Kaya, Huseyîn Yildiz, Hatîce Kiliç, Cemal Erdem, Şûle Hazal, Zuhre Dalkiran, Umît Îzmîrlî, Çagla Denîz Felamûr, Cemal Dogan, Nalan Ozbek Akin, Ozan Balim, Alîhan Piyan, Emel Dîrî, Hasan Eren, Erdogan Akdogdû û Serdar Guntekîn.