Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 17’an de ye: Rewşa tenduristiyê xirab dibe

Greva birçîbûnê ya ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bêdem-bêdorveger daye destpêkirin, di roja 17’an de bi tevlîbûnên nû didome, rewşa tenduristiya 5 rêveberên Êzidî yên bêdem-bêdorveger tevlî bûne jî xirab dibe.

Endamên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ku ji bo bi lezgînî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbibe û statuya Şengalê bê nasîn tevgera lezgîn ji Konseya Ewropayê (KE), Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û dezgehên din ên navneteweyî daxwaz dikin, 17 roj in li ber xwe didin.

Ji bilî Tevgera Jinên Kurd, 5 kes greva birçîbûnê bêdem-bêdorveger didomînin. Navê van kesan wiha ne; “Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek û Peşîmam Ekrem Denîz, ji rêveberên meclîsê Bozo Bacînî, Bedirxan Kahraman û Beşîr Êzidî.

REWŞA TENDURISTIYÊ HER KU DIÇE XIRABTIR DIBE

Ji rêveberên Heyva Sorê Doktor Fahrettîn Gulşen ku ji destpêka greva birçîbûnê ve bi çalakvanan re mijûl dibe, got rewşa 5 kesên ku bêdem-bêdorveger tevlî greva birçîbûnê bûne her ku diçe xirabtir dibe. Dr. Gulşen diyar kir ku êdî laşê çalakvanan şerbetê qebûl nake, destnîşan kir  hesasbûna li beramberî tav û qelebalixê, kêmbûna tansiyonê, êşên zik û madê, şewitîna madê û lihevketina madê, gêjbûn, êşên laş zêde bûne.

Dr. Gulşen da xuyakirin ku çalakvanan heta 12 kîloyan jî dane, agahî da ku wê sibehê ji lêkolînek berfirehtir bên derbaskirin. Dr. Gulşen, her wiha der bir ku ji ber birçîbûna 17 rojan û germahiyan, çalakvan piraniya rojê bi razanê an jî xwe dirêjkirinê dibihurînin.

BANGA DESTEKA ZÊDETIR

Greva birçîbûnê bi eleqeyek mezintir dewam dike, îro bi dehan Kurdistanî û Tirkiyeyî serdan kirin.

Berdevka Têkîliyên Derve Helene Dersîm diyar kir ku pêwîstî bi destekê û zexta li ser KE û CPT’ê heye, banga li Kurd û beşên demokratîk ên li Ewropayê kir ku hê zêdetir bikevin nav hewldanan.

...