MŞD: Ku daxwaz bi cih neyên çalakî wê berfirehtir bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) ku li Straboûrgê bi awayekî bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin, di roja 18'an de ye. Meclîsê diyar kir, ku bersiv ji daxwaza wan re neyê dayîn, wê çalakî berfireh bibe.

Greva Birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ku 23'ê Tebaxê bi daxuyaniyeke ji bo Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dest pê kir, di bi biryardarî dewam dike. Hedefên sereke yên grevê ew e ku şandeyee biçe girava Imraliyê, ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev ji salek û nîvê zêdetir e agahî jê nayê standin û naskirina statûya Şengalê ye, di nav qada navdewletî de.

Beriya niha rêveberên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) Federasyona Êzidiyên Ewropayê, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û gelek kes bi mebesta piştevaniyê tevlî grevê bûbûn, herî dawî Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) û endamên Koordînasyona HDK’ê tevlê bûbûn. Bi mebesta piştevaniyê ji niha û şûn de xebatkarên karên derve yên saziyên Kurd ên Ewropayê wê tevlî grevê bibin.

Ev 18 roj in her roj bi sedan Kurdistanî diçin çalagerên greva birçîbûnê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Berwedan Kahraman û Beşîr Êzîdî ziyaret dikin û piştevaniya xwe nîşan didin. Îro jî Kurdên Êzîdî yên li Çele û Hannover a Elmanyayê çalakger ziyaret kirin.

Her wiha Kurdistaniyên li Straboûrgê jî ji bo piştevaniyê rabûne ser piyan.

Kesên ku di ber kuçeya cihê çalakiyê re diçin jî têkildarî grevê têne agahdar kirin.

WÊ ÎRO HEVDÎTIN BI CPT RE BÊ KIRIN

Li gorî agahiyên ku endamê Komîteya Amadekar Sezaî Ûçar dayî, îro şandeyek ji CPT’ê wê bi çalakgerên grevê re hevdîtinekê bike. Di hevdîtinê de wê bertek li dijî CPT’yê were nîşandan, ji ber ku çûne gelek girtîgehên Tirkiyê lê neçûne Imraliyê.

Ûçar diyar kir di serî de 5 rêveberên Êzîdî yên di grevê de li hemberî vê rewşê xweyî bertekên tund in û diyar kir di mijara ewlekariya Ocalan de, ku ji 15’ê Tîrmehê ve ev fikar zêdetir bûne, divê bersiveke ku dilê mirov rehet bike were dayin. Uçar diyar kir, gelek kes hene ku dixwazin bi rêveberên Êzîdî re tevlî nav greva birçîbûnê bikin.

Ûçar biryardariya çalakgeran diyar kir û got, di rewşeke neyênî de berpirsyar CPT ye ku peywira xwe bi cih neaniye û saziyên din ên rayedar in.