Şandeya YE’yê bi HDP’yiyan re rûnişt
Şandeyeke YE’yê ku Nûnera Paya Bilind a Yekîtiya Ewropayê Luîsa Mogherînî jî di nav wan de bû, bi şandeya HDP’ê re ku Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de bû, rûnişt.
Şandeyeke YE’yê ku Nûnera Paya Bilind a Yekîtiya Ewropayê Luîsa Mogherînî jî di nav wan de bû, bi şandeya HDP’ê re ku Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de bû, rûnişt.
Şandeyeke giran a Yekitiya Ewropayê (YE) ku di nav wan de Nûnerê Paya Bilind a Yekîtiya Ewropayê Loîsa Mogherînî û Komîserê Berpirs ê ji Rabûna YE’yê Johannes Hahn dî nav de hebû, bi nûnerên partiyên meclîsê re axivî.
Şandeya YE’yê piştî ziyareta AKP’ê û CHP’ê li Salona Civînê ya Komê bi HDP’ê re rûnişt. Di şandeya pêşwazîkirinê ya HDP’ê de ji bilî Yuksekdag, Cîgirê Hevserokê HDP’ê yê ji Karê Derve berpisyar, Hişyar Ozsoy û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen jî hebû.
Rûniştî ji çapemeniyê re girtî bû, nêzî saetekê dom kir û hewldana darbeyê û geşedanên li pey wê hatin nirxandin.