ROJANE
Hemû Nûçe
-
Agirbest bi 2 rojên din hat dirêjkirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner got, agirbesta li Sûriyeyê bi 2 rojên din hatiye dirêjkirin. -
Li Brîghtonê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyan
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li navenda bajêr çalakiyek lidar xist û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir. -
Desteserkirina Şaredariyan li Balafirgeha Arlandayê hat şermezarkirin
Desteserkirina 24 Şaredariyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li Balafirgeha Arlanda ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. -
Rojnamevan û mamosteyên Swêdî binpêkirinên li Tirkiyeyê nîqaş kirin
Binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê, di panela bi mijara 'Li Tirkiyeya Erdogan, azadiya ramanê û mafên mirovan a li qada kar" de hatin nîqaşkirin. -
Li Parlamenta Ewropayê Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava dibe
Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê piştî hevdîtina bi Koma Sosyalîst û Demokratan a li Parlamenta Ewropayê (PE) ragihand, ku wê li PE Koma Dostaniya Şengal-Êzidî ava bibe. -
Kurdên ku li Ewropa wê sibehê biherikin Strasboûrgê
Kurdên li Ewropayê dijîn wê sibehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê kom bibin, wê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan û pêkanînên faşîst ên AKP’ê yên li ser Kurdan, bimeşin. -
Bîld: Hemû nûnertî û dibistanên Elman ên li Tirkiyeyê hatin girtin
Rojnameya Bîld a Elman,ragihand ku ji ber sedemê gefa êrîşanên li dijî Sefaretxaneya Elman a li Enqereyê, hemû nûnertiyên Elmanya hatine girtin. -
Li Arnhemê protestoya qeyûm û tecrîdê
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’ê bi çalakiyekî bêîtîhatiya sîvîl hate protestokirin. -
Schoulgîn: PKK divê ji lîsteya terorê were derxistin
Cîgirê Serokê PEN’ê ya Navnetewî Eugene Schoulgîn di semînereke bi navê ‘’Tirkiye ber bi kû ve diçe?’, li Osloyê axivî û got, ew Tirkiyê ji nêz ve dişopînin û navnîşana çareseriya bernameya muzekereyê bi Kurdan re ye. -
Ji bo protestokirina qeyûm şaredariya Swêdê hate dagirkirin
Tayînkirina qeyûmên hikûmeta AKP’ê ya li dijî şaredariyên Kurdan, li bajarê Orebro yê Swêdê bi dagirkirina avahiya şaredariyê hate protestokirin. -
Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê 15’ê Îlonê wê li Strasboûrgê be
Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê banga tevlêbûnê li çalakiya Strasboûrgê ya 15’ê Îlonê kir. -
IFOR: Li Tirkiyê bi operasyonên leşkerî gelê sivîl hedef tê girtin
Di Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê de, li ser navê IFOR’ê, saziya civaka sivîl a navnetewî Derek Brett axivî û got, bi operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li Kurdistanê gelek gund û bajar hatin kavilkirin. -
Li Bexdayê cejna bi xwîn
Hat ragihandin ku li Bexdayê di roja 3’emîn a cejnê de, di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. -
YE: Me li Enqereyê çareseriya pirsgirêka Kurd gotûbêj kir
Nûnera Payebilind a Têkîliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya YE Frederîca Mogharînî anî ziman ku hefteya bihurî bi rayedarên hikûmetê re li Enqereyê civiyane, hevdîtinên berfireh pêş xistine. -
Ocalan: Ji ber çi Heyeta HDP’ê nehat?
Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP’ê Balûken da xuyakirin ku Ocalan di hevdîtina dawî de pirsa Heyeta HDP’ê û parêzeran kiriye. -
DYA: Divê Tirkiye bi esaswergirtina daraza serbixwe darbeyê ronî bike
Nûnerê DYA di Mafên Mirovan a NY de axivî, destnîşan kir ku divê Tirkiye bi esaswergirtina daraza serbixwe darbeyê ronî bike. Nûner got ku ji bo hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bê ronîkirin, pêwîstî bi darazek adil û referandûmekê heye. -
Tirkiyeyê di civîna NY de komkujiyên DAIŞ'ê ji nedîtî ve hat
Di axaftina li ser navê Tirkiyeyê de, ku li civînên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî hat kirin, PKK hedef hat girtin û qet qala komkujiyên DAIŞ'ê nehat kirin. -
Li Stockholmê desteserkirina şaredariyan bi çalakiya bêîtîatiya sivîl hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi pêşengtiya jinên ciwan, desteserkirina şaredariyên Kurd ên bi destê çeteyên AKP/Qesrê şermezar kirin. -
Îlkhan: Yekîneya taybet raporên li ser komkujiyê digihîne ber destê Konseya Ewlekariyê ya NY
Nûnerê Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê Mehmet Îlkhan da xuyakirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) baş pê zane dewleta Tirk li Kurdistanê komkujî kiriye. -
Tahmaz: Ne Ocalan be kes nikare şer bisekinîne
Weqfa Aştiyê jî destek da peyama Ocalan. Sekreterê weqfê Tahmaz destnîşan kir, ku ne Ocalan be kes nikare şerê heyî bisekinîne û xwest, tecrîd bê rakirin û dest ji pêkanîna desteserkirina şaredariyan bê berdan. -
Desteserkirina Şaredariyên Kurdan li Fransayê hat şermezarkirin
Desteserkirina Şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, li Fransayê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. -
Di dema vekirina Parlamenta Swêdê de qeyûm hat şermezarkirin
Bi wesîleya destpêkirina sala nû ya qanûndanînê, li pêşiya Parlamenta Swêdê merasîm hat lidarxistin. Komek ji Kurdistaniyan di dema merasîmê de xwepêşandanek lidar xist û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin. -
Desteserkirina Şaredariyan li Ewropayê hat şermezarkirin
Desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan, ku AKP'ê bi rêya qeyûman dest danî ser, li Ewropayê bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Li Norweçê desteserkirina şaredariyên Kurd hate şermezakirin
Li paytexta Norwêçê, Oslo yê, komek Kurdistanî rapora desteserkirina şaredariyên DBP’ê yên ji hêla dewleta Tirk ve dane nûnerên partiyên Meclîsa Şaredariyê. -
Xebatên Meclîsa Şengalê yên li Strasboûrgê berdewam dikin
Rêveberên Meclîsa Dîasporayê ya Meclîsa Şengalê ya girêva birçîbûnê ya ku 23’yê Tebaxê dest pê kiribûn, piştî daxuyaniya têkildarî ewlekariya Rêberê Gelê Kurd a duh hatî dayin, bi dawî kirin, xebatên ji bo naskirina statûya Şengalê didomin.