Li Humsê rojnamevanek hat qetilkirin
Hate ragihandin ku xebatkarekî radyoyê yê xwecih li gundewarê rojavayê Humsê hate qetilkirin.
Hate ragihandin ku xebatkarekî radyoyê yê xwecih li gundewarê rojavayê Humsê hate qetilkirin.
Li gundewarê rojavayê Humisê rojnamevan Mihemed Îsmaîl ku di radyoyeke xwecih de kar dikir, hat qetilkirin.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) qetilkirina rojnamevan Mihemed Îsmaîl û binpêkirinên li dijî rojnamevanan şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan rawestînin.
LI SÛVEYDEYÊ ÊRÎŞ LI ROJNAMEVANAN HAT KIRIN
Li aliyê din duh komeke çekdar li nêzî çerxerêya Polîsên Leşkerî ya li bajarê Siwêdayê li rojnamevanan dan.
Hate diyarkirin ku rojnamevan dema diçûn avahiya parêzgeriyê ya Siwêdayê da ku peymana di navbera şêxên bajar û desthilata Şamê de bişopînin, ji aliyê çekdaran ve hatin sekinandin û li wan hatin xistin.
Hate zanîn ku ji rojnamevanên ku lêdan xwarine, Ehmed Felaha, Muawiya El Etreş, Mihemed Harûn, Îbrahîm Tirêsî, Emar Istêfî û Amir El Asî ne.
Li gorî agahiyan, piştî mudaxeleya niştecihên bajar rojnamevan hatin rizgarkirin.