ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mehmet Ocalan ket ser rêya Îmraliyê
Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçe Girava Îmraliyê hat Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê. Mehmet Ocalan piştre bi keştiyê berê xwe da Girava Îmraliyê. -
Li ser siberoja Sûriyeyê li hev kirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Teyar El Xed El Sûrî (Şepêla Sibe ya Sûriyeyê) li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêkên li Sûriyeyê li hev kirin. -
Cenazeyê Kenan Kerîmo hat veşartin
Cenazeyê endamê Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê Kenan Kerîmo, ku roja 30'ê Tebaxê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Çeteyên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, bi zorê zarokan dikin şervan
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat, Ehrar Sûriye, Cephet El Şamiye, Ceyş El Îslam ên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, zarokan bi zorê didin şerkirin. -
Kurdên li Moskowayê dest bi greva birçîbûnê dikin
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Piştî herêma Adigey a Rûsyayê, Kurdistaniyên li paytexta Moskowayê jî dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Li Moskovayê jî wê Kurd bikevin greva biçîbûnê
Her roja ku diçe çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Pîştî herêma Adîgey û şûn de Kurdistaniyên ku li Moskovayê jî dijîn wê dest bi greva biçîbûnê bikin. -
Asûrî-Suryanî û xebatkarên têkiliyê derve yên Kurd li grevê ne
Komeke nû a piştgiriyê ya ji bo beşdarî greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg a Fransa bi daxwaza bi lezgîn hevdîtin li gel Ocalna pêk were û statûya Şengalê di qada naveneteweyî de bê naskirin di roja 19. de dewam dike. -
Ji çalakgerên Êzidî yên li Strasboûrgê peyamên berxwedanê
Piştî gefên polîsan ên bi daxwaza dawîkirina greva birçîbûnê ya bê dem û dorveber ku li bajarê Strasboûrgê a ji aliyê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê ve hatibû destpêkirin û şûn de gelek Kurdisatanî herîkîn bajêr. -
Asûrî- Suryanî li berxwedana Strasboûrgê ne
Piştî aloziya bi hewldana polîsan a bi daxwaza bidawîkirina greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengal a li bajarê Strasboûrg a Fransa yê dewam dike, derketî hê jî dewam dike, endamê Asûrî-Surayanî ya Konseya Netewî ya Bethanhrîn jî li qadê ye. -
NAV-DEM: Divê gelê me bi lezgînî biherike Strasboûrgê
NAV-DEM’ê ji bo xwedîderketina berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya li Strasboûrgê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi lezgînî biçin cihê çalakiyê. -
Kurdên li Adigey ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo Ocalan berfireh dibin. Kurdên ku li Federasyona Rusyayê dijîn jî îro dest bi greva birçîbûnê kirin. -
KCDK: Pêwîst e Kurd û dostên wan biherikin Strasboûrgê
KCDK, êrîşa polîsên Fransî û wezîfederên dêrê ya ku çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê lê tê lidarxistin, şermezar kir, bang li Kurd û dostên wan kir ku biherikin Dêra La Trés-Sainte-Trinité. -
Komîteya Amadekar: Pêwîst e her kes biherike cihê greva birçîbûnê
Polîsên Fransiz, di roja 19’an a girêva birçîbûnê de, ku Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê bi mebesta bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bibe û statûya Şengalê were nasîn, hatibû destpêkirin, êrîş bire ser grêvê. -
Li Hannoverê bîranîna gerîla: Wê meşaleyên wan venemire!
Kurdistaniyên li Hannoverê gerîlayên HPG’ê Lecvan Mûnzûr û Çekdar Botan bi bîr anîn. -
KCDK-E, bernameya çalakiyên ji bo Ocalan ragihand
KCDK-E ya li dijî tecrîdê banga mezinkirina berxwedanê kir, diyar kir ku wê li gelek welatan ji bo azadiya Ocalan çalakî bêne lidarxistin. -
Atalan: Civaka Êzidî wefakar e, wê heta dawiyê li Rêberê xwe xwedî derkeve
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û diyar kir, civaka Êzidî perspektîfên Ocalan ji bo xwe gelekî girîng dibîne, lewma wê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkeve. -
Ahmet Altan û Mehmet Altan hatin binçavkirin
Rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan hatin binçavkirin. -
Li Norwecê tecrîd hate protestokirin
Li bajarên Oslo û Bergen ên Norwece tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Li Sîlîvriyê li ser 2 rojnamevanan tecrîda OHAL’ê didome
Di tecrîda OHAL’ê de ku li ser rojnamevan Bîlîr Zana Kaya û Înan Kizilkaya yên li Girtîgeha Nimre 9 a Sîlîvriyê tên ragirtin tê meşandin, bi rojan e ti guhertin nîne. -
Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê îro ye
Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ku wê îsal cara 20’an bê lidarxistin, wê li paytexta Swêdê Stockholmê li Sollahallenê saet 17.00’an destpê bike. -
Ji Alp Çetîner ê girtî re qedexeya pirtûkan
Tecrîda pirtûkan a li ser doktorê girtîgehê Alp Çetîner ku dema destwerdana îsyana li Girtîgeha Bakirkoyê bi hinceta ku girtiyan şûşeyên pet navêtinê hate girtin, didome. -
AKP/Qesrê start da siyaseta salane ya komir-meqerneyê
Siyaseta komir-meqerneyê ya ku her sal van deman ji hêla AKP/Qesrê dikeve meriyetê, dîsa dest pê dike. -
'Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê deriyê hêviyê ye'
Soran ê ji bo parastina Şoreşa Rojava ji Fransayê hate Rojava, destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê deriyê heviyê ye. -
Der heqê xebatkarên Ozgur Halkê de biryara binçavkirinê
Di serdegirtina Kovara Ozgur Halkê de polîsan nobedarê avahiyê Nedîm Demîrkiran binçav kirin, ji hêla dadgehê ve ji bo gerînendeyê karên nivîsê yê kovarê û belavkarên ku wê werin tespîtkirin biryara binçavkirinê da. -
Li Ozgur Halkê lêgerîna polîsên Tirk didome
Polîsên Tirk ên bi ser avahiya Ozgur Halkê de girtin lêgerînê didomînin, biryar hatiye dayîn ku heta belavkarên ji hêla dadgehê hatine tespîtkirin bên dîtin, wê tevahî xebatkarên kovarê binçav bikin.