Li Elmanyayê muhafezeker û çepgirên navendî re li hev kirin
Li Elmanyayê partiya muhafezeker a Friedrich Merz ku tê payîn bibe serokwezîrê Elmanyayê yê nû, bi partiya çepgiriya navendî SPD’ê re peymana koalîsyonê îmze kir.
Li Elmanyayê partiya muhafezeker a Friedrich Merz ku tê payîn bibe serokwezîrê Elmanyayê yê nû, bi partiya çepgiriya navendî SPD’ê re peymana koalîsyonê îmze kir.
Tê payîn ku roja Sêşemê hikûmeta nû bi awayekî fermî ava bibe. Friedrich Merz beriya merasîma îmzeyê axivî û got: ‘’Ger ez sibehî werin hilbijartin û desteya wezîran erê bike, em ê hikûmeteke ku pêşketî û ewle ava bikin.’’
Peyman ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Xiristiyanan (CDU) Friedrich Merz, Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Lars Klingbeil û Saskia Esken û Serokê Giştî yê CSU’ya hevalbendê CDU’yê Markus Soder ve hate îmzekirin.
Her wiha AfD’ya rastgir dibêje ku ew ê hilbijartinên di sala 2029’an de ser bikevin. Li gorî hin anketan jî partiya rastgir li pêş e.
Serokê hikûmetê yê pêşerojê got: ‘’Em di serdemeke guherînên, geremol û nediyariyên mezin re derbas dibin. Ji ber vê yekê em dizanin ku pêkanîna vê koalîsyonê ya bi awayekî serkeftî erkeke dîrokî ye û em ê vê yekê pêk bînin.’’
Friedrich Merz, piştî hilbijartinên 23’yê Sibatê ku rastgir bi ser ketibûn, wê sibehî ji aliyê endamên Meclîsa Federal ve bi awayekî fermî weke serokê hikûmeta nû were hilbijartin û derbasî cihê Olaf Scholz bibe. Her wiha ji aliyê çepgiran ve jî peyamên çareseriya nakokiyan û lihevkirinê hatin dayîn.’’