Desteya Wezîran a Îsraîlê plana ji bo 'fetih'kirina Xezeyê erê kir

Hikumeta Îsraîlê ji bo êrîşên li ser Şerîda Xezeyê bêne berfirehkirin û herêm bê fetihkirin, planek erê kir. Di planê de her wiha şêniyên Xezeyê têne teşwîqkirin ku 'bi dilxwazî' xaka Fîlîstînê biterikînin.

Çavkaniyekî fermî yê Îsraîlî roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku Desteya Ewlekarî û Siyasetê şeva Yekşemê li hev civiya û plana nû erê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Plan wê li gel her tiştên din ji bo fetihkirina Şerîda Xezeyê û kontrolkirina herêmên li Şerîda Xezeyê be."

Li gorî heman çavkaniyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû di civînê de anî ziman ku Serokê DYE'yê Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo plana beriya niha ya ji bo terikandina şêniyên Xezeyê bi dilxwazî ji cih û warên xwe dewam dike. Li hemberî vê planê di nava raya giştî ya navneteweyî de nerazîbûneke mezin hatibû nîşandan.