HDP: Hay ji şelihandina li ser medyaya civakî hebin!

HDP’ê têkildarî şelihandina li ser medyaya civakî daxuyanî da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî kampanyayên qelp, ku dibêjin 'ji bo Cizîr û Silopiyayê ne' daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser medyaya civakî logoya HDP’ê tê bi kar anîn û dibêjin kampanyaya ji bo Cizîr û Silopiyayê, ti têkiliya partiya me bi vê parvekirinê re nîn e. Divê gelê me guh nede hin derdoran ku hewl didin bihistyariya gelê me ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, wê giliyê şelihkaran bê kirin.

Li ser medyaya civakî bi gotina, "Cizîr binivîse ji XXX re bişîne" û bi bikaranîna logoya HDP’ê şelihkariya bi SMS'yan hate kirin.

...