Dîsa tiştek ji CPT’ê çênebû: Banga çalakiyên bi ruhê seferbertiyê hate kirin
Ji civîna CPT’ê û rêveberên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ku 18 roj in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê greva birçîbûnê didomînin, dîsa ti encam nehate wergirtin, careke din pirsa çima naçin Girava Îmraliyê jî bêbersiv ma.
ANF
STRASBOÛRG
în, 9 rezberê 2016, 17:20
Li dijî vê helwesta CPT’ê hate daxuyandin ku wê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bêdem-bêdorveger didome, bi tevlîbûnên nû were berfirehkirin.
Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek, ji rêveberan Peşîmam Ekrem Denîz û ji Komîteya Amadekar Sezaî Ûçar û Helene Dersîm bi Sekreterê Giştî yê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) Jeroen Schokkenbroek û ji rêveberan Elvîn Aliyev re nêzî 1 saetê hevdîtin pêk anî.
Sezaî Ûçar têkîldarî hevdîtinê axivî, got ji bo pirsên têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersivên giştî û yên ji devê rayedarên Tirk hatine dayîn.
JI BO DARBEKERAN BI BAYÊ LEZÊ KETIN TEVGERÊ
Ûçar destnîşan kir ku ziyareta meha Tebaxê ya CPT’ê ji bo sepanînên li girtîgehan ên piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bû, got neçine Îmraliyê. Ûçer diyar kir ku wê rapora têkîldarî vê ziyaretê meha Cotmehê bê amadekirin û meha Mijdarê jî were weşandin, wiha dewam kir; “Tevî hemû israrên me jî ji pirsa me ya çima neçine Ocalan nedîtine, ti bersivên zelal nedan.”
‘DAXUYANIYÊN FERMÎ YÊN DEWLETA TIRK DUBARE NEKIN’
Sezaî Ûçar destnîşan kir ku ti bersivên cuda ji CPT’ê negirtine, wiha pê de çû: “Mixabin careke din bersivên giştî dan me. Me ti bersivên ji yên heyî cihêtir nebihîst.”
Ûçar, anî ziman ku ji rêveberên CPT’ê xwestine ku daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ji wan re dubare nekin û ragihand ku xwestine CPT’e bi xwe daxuyaniyek teqez bide.
FIKARÊN ME HÊ ZÊDETIR BÛNE, WÊ JI GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE TEVLÎBÛNÊN NÛ ÇÊBIBIN
Sezaî Ûçar destnîşan kir ku hevdîtina bi heyeta CPT’ê re fikarên wan ên têkîldarî ewlehiya Rêberê Gelê Kurd hê zêdetir kirine, wiha dom kir: “Lewre jî pêwîst e çalakî, grev û aktîvîteyên din bi ruhekî seferbertiyê bên geşkirin. Êdî şert e ku em agahiyekê ji Serok Ocalan wergirin.”
Ûçar ragihand ku wê 15 kesên din jî tevlî greva birçîbûnê bibin.