ROJANE
Hemû Nûçe
-
Komên PE: Divê li dijî Tirkiyeyê êdî hewldanên ber bi çav werin kirin
Komên Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî binpêkirina mafên mirovan ên giran ên li Tirkiyêtên kirin nîşan da û got: ‘’Divê hewldanên berbiçav werin kirin’’ -
Nûnerên baweriyan: Divê bersivê bidin peyamên Ocalan
Nûnerên baweriyan, piştgirî dan banga Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd. -
Kalkan bang li gel kir ku xwedî li Şaredariyan derkeve
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî desteserkirina şaredariyên DBP'yî got, "Yên ku hewl didin bi zorê dest deynin ser şaredariyên gel, divê zanibin ku bi qasî tundiya bi kar tînin, ew jî di hedefa tundiyê de ne." -
Kurdistanî li ber NY’yê ne: Gotin têrê nake, mudaxeleyî Tirkiyê bike
Di rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a NY’yê de binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê hatin rojevê, Kurdistanî j îli ber NY’yê di çalakiyê de ne. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Di zûtirîn demê de divê heqên sereke yên Ocalan werin dayîn
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, divê mafên ziyaretê, parastinê û têkilîdanînê yên muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de werin dayîn. -
HDK'ê destek da peyama Ocalan: Em xwedî lê derkevin
HDK'ê destek da peyama Ocalan û bang kir ku her kes li dora bernameya siberoja demokratîk li hev bicivin. -
NY: Li Tirkiyê bajar û gund hatin kavilkirin
Komîserê Payabilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê Al Husseîn diyar kir, li ber destên wan dane hene ku nîşan didin li Kurdistanê binpêkirinên mafê mirovan ên giran hene. Al Husseîn got, wan ji Tirkiyê xwestine ku di zûtirîn demê de deriyê xwe li NY veke. -
'Çalakiyên me yên ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê wê bidomin'
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Moskowayê, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin nirxandin û gotin, "Ev gav encama berxwedana gel û gerîla ye. Em kêfxweş in, lê têkoşîna me wê bidome." -
TŞYG: Roj roja hesabpirsîna ji faşîzmê ye
TŞYG'ê bi wesîleya salvegera 12'ê Îlonê daxuyaniyek weşand û bang li neteweya Kurd û hemû bindestan kir, ku li çiyê di nava refên gerîla de û li bajaran jî bi 'Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî' re hesab ji faşîzmê bipirsin. -
Kurdistanî wê di 15'ê Îlonê de li Strasboûrgê bin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin, wê di 15'ê Îlonê de li Strasboûrgê bin. CDK-F ji bo çalakiyê banga tevlîbûneke xurt kir û ragihand, berxwedan wê AKP'ê tine bike. -
Rûsya: Divê Artêşa Azad a ku Tirkiye destek dike dest ji şerê Kurdan berde
Agirbesta di encama lihevkirina DYA û Rûsyayê de pêk hat, îşev destpê kir. Rûsya diyar kir ku ‘ Divê komên ku Tirkiye destek dike dest ji şerê Kurdan berde.’ -
Ji FEDA’yê peyama Cejna Qûrbanê
FEDA’yê têkildarî Cejna Qûrbanê daxuyaniyek da û wiha got: “Em weke Elewî, hêviya me bilind de, tevî rewşa şer, rijîna xwînê û rondikên çavên dayîkan jî, hêviya xwe ya jî nûve wê pêvajoya aştiyê pêk were dûbare dikin. -
Ji KCD-E’yê banga li dijî darbeyê çalakiyên bê dem
KCD-E’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li dijî desteserkirina hikûmeta AKP’ê ya şaredariyên Kurdan ên bi dengên bi milyonan hatin hiljartin, bang li hemû dost û Kurdên ku li Ewropa dijîn kir ku dakevin qadan. -
Li Oslo semînara Projeya Balyozxaneya Cîhana Nû pêk hat
Projeya ku ji aliyê Zîrveya Cîhana Nû bi navê ”The New World Embassy: Rojava” li Oslo 11’ê Îlonê bi semînerekê hate danasîn. -
Li Hildesheîmê jinan ji bo Ocalan name şandin
Tevgera jinên kurd li bajarê Hildesheim ê Elmanayê ji bo balê bikşînin ser rewşa û tendirustîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, name şandin Îmraliyê. -
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi dawî kir
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 21 rojan dewam kir, piştî daxuyaniya têkîldarî hevdîtin û ewlehiya Ocalan hate bidawîkirin. -
Li vîna xwe xwedî derkeve! -Selahattîn Erdem
Qeyûmên tayînkirî wê nekin şaredariyan û rê nedin ku derkevine kolanan. Wê mamoste û welatparêzên ji kar hatîn avêtin birêxistin bikin û pergala xwe ya alternatîf ya demokratîk saz bikin. -
Gerîlayên HPG’ê Ozer û Kûrûpinar li Den Haag hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê Mehmet Şiyar Ozer û Aysel Kûrûpinar li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Onder: Divê peyama Ocalan her kesî bihejîne; dewlet wezîfeya xwe pêk bîne
Berdevkê Heyeta Îmraliyê yê HDP’ê Sirri Sureyya Oncer bal kişand ser girîngiya peyama Ocalan, got; “Dem û nêzîkatiyên bingehîn ên bi rêgezî ku ji bo çareseriyê dane, esas divê her kesên li Tirkiyeyê bihejîne, bîne ser hişê xwe.” -
Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê wê niha daxuyaniyê bidin
Têkildarî greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, ku ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were danîn û daxwaza statuya Şengalê bê qebûlkirin di 23'ê Tebaxê de destpê kir, tê payîn daxuyaniyek were dayîn. -
KCDK-E: Bila cejn bibe wesîle ji piştgirî û parvekirinê re
KCDK-E Cejna Qurbanê li gel pîroz kir, li dijî êrîşên AKP'ê banga geşkirina berxwedanê kir. -
Têkoşer Dilbirîn Dêrikî li Hannoverê hat bîranîn
Şervanê QSD'ê Şadî Mihemed bi nasnav Dilbirîn Dêrikî yê 28'ê Tebaxê di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat bîranîn. -
'Heta azadiya Rêber Apo, divê em li ser piyan bin'
Çalakgerên ku li Moskowê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin û bang li Kurdan kirin ku têkoşînê geş bikin. -
Li Parîs û Baselê çalakiyên bîranînê
Li Basel û Parîsê kesên ku di demên cihê de, di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Di bîranînan de peyam hate dayin ku ew ê li têkoşîna şervanan xwedî derbikevin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 21. de ye
Greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku ji bo Ocalan hatiye destpêkirin di roja 21. de ye.