Navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê ya Şemrexê hate kirin
Şaredariya DEM Partiyê ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, li ser daxwaza gel navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê ya ku nû hatiye çêkirin, kir.
Şaredariya DEM Partiyê ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, li ser daxwaza gel navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê ya ku nû hatiye çêkirin, kir.
Gelê Şemrexê qeleqeyek mezin nîşanî civîna meha Gulanê ya şaredariyê ku li navenda navçeyê hate lidarxistin, da. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Onder ê ku jiyana xwe ji dest da, dest pê kir.
Hevşaredar Kudret Ûçûk bal kişand ser rola Onder a di têkoşîna wekhevî û aştiya di navbera gelan de û got, "Em ê mîrateya Onder dewr bigirin.”
di civînê de li ser dengdayîna gel biryar hat dayîn ku navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandî ya ku nû were vekirin, bê kirin.