Fête de l’Humanîtê dest pê kir

Fête de l’Humanîte(şahiya mirovahiyê) ku li Parîsê 3 rojan wê bidome dest pê kir.

86. Fête de l’Humanîte ya rojnameya Humanîtê ya Partiya Komunîst a Fransayê ku her sal pêk tê, tê organîzekirin.

Ji Partiya Komunîst a Fransayê gelek sazî û ji gelek welatan tevlêbûn ji bo şahiyê çêdibe, li parka La Courneûve a Parîsê 600 jîngeh hatin vekirin.

Di festîvalê de ku wê gelek çalakiyên siyasî, polîtîk, hunerî werin kirin, konê ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê vekirî gelek eleqe jê re tê nîşandan.

Di konê Kurdistanê de ku 3 rojan wê panel, konser werin dayin, pêşangaha Sertac Kayar ku wê komkujiya Cizîr, Silopya, Sûrê ya ku dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê pêk anî were nîşandan.

Li festîvala rojeva sereke wê şerê Rohilata Navîn, Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Li gel nûnerên Rojava, wekîlên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Ertugrul Kurkçu wê tevlî panêlan bibin, her wiha di pêşengtiya Ciwanên Azad de sibe saet 15.00’an ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan wê li cihê şahiyê çalakî were kirin.

...