ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji KNK'ê peyama Cejna Qurbanê
"Em bi hêvî ne, ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin." -
Rêxistina Piştgiriyê ya Baskê: Em ê bibin dengê daxwazên gelê Kurd
Rêxistina Piştgiriya Navneteweyî ya Baskê peyamek ji berxwedêrên greva birçîbûnê re şand û got, "Em ê bibin dengê daxwazên gelê Kurd û piştgiriya xwe ya navneteweyî bidomînin." -
Gerîlayê HPG'ê Çekdar li Stûttgartê hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Rohat Tabak (Çekdar) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevî pênc hevrêyên xwe di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Kurd li Bregenzê ji bo Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî li bajarê Bregenz ê Awûstûryayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Lecwan û Çekdar li Kolnê hatin bîranîn
Ji têkoşerên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Lewcan Mûnzûr (Adîl Sunger) û Çekdar Botan (Rûhat Tabak) ên ji ber êrîşên dewlet Tirk jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke hat bîranîn
Şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke ku hefteya bihurî jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hambûrgê bi civînekê hat bîranîn. -
ESP: Qeyûm darbe ye
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) tayînkirina qeyûman li 24 şaredariyên DBP'yî weke 'darbe'ya AKP/Qesrê bi nav kir. -
Rêveberên Êzidî yên di grevê de ne, name ji Ocalan re nivîsandin
Endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya Şengalê ev 20 roj in bêdem-bêdorveger di greva birçîbûnê de ne, nameyek ji Ocalan re nivîsandin. -
Çeteyên dewleta Tirk piştgirî dikin êrîşî Cindirêsê kirin
Çeteyên SÛK ên ku dewleta Tirk piştgirî dikin carekî din bi fuzeên katûşayê êrîşî navçeya Cindirês a Efrînê kirin. -
Li Strasboûrgê greva birçîbûnê 20 roj li pey xwe hişt
Greva biçîbûnê ya ku ji aliyê rêveberên Meclîsa Dîaspora ya Şengalê bi armanca hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û statûya Şengalê di qada navneteweyî de bê naskirin, 20 roj li pey xwe hişt. -
Mehmet Ocalan bê ku daxuyaniyek bide ji Gemlikê vegeriya
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê ku ji bo hevdîtinê çûbû Îmaraliyê, dema vegertê de bê ku daxuyaniyekê bide rojnamegeran ji Gemlikê vegeriya. -
Bi Ocalan re hevdîtin hate kirin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji Îmraliyê vegeriya. -
Kurdên li Moskovayê jî ji bo Ocalan dest bi greva biçîbûnê kirin
Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurd ên Moskovayê jî bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Mehmet Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê ji bo bi birayê xwe Ocalan re hevdîtinê bike çû girava Îmraliyê vegeriya. -
Greva birçîbûnê ya li Adigey di roja duyemîn de didome
Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komek 25 kesan ve didome. -
Ji Hevserok Yildirim têkildarî qeyûman: Em ê we ji vir bi qewitînin!
Hevşaredar Necla Yildirim li dijî qeyûmê wiha bertek nîşan da û got: “Heta ku em we ji vir neqewitînin em di odeyê de narûnin, em we nasnakirin.” -
Hêzên TŞYG li Sêwasê li wesayîteke zirxî xistin
TŞYG'ê ragihand, roja 9'ê Tîrmehê hêzên wan li girê Tank ê li herêma navbera navçeyên Îmranli-Zara yên Sêwasê li wesayîteke zirxî xistine. -
Li derveyî welat ji bo azadiya Ocalan çalakî berdewam in
Li derveyî welat ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî berdewam dikin. Kurdistaniyan li Elmanya, Îtalya, Awûstralya, Kanada û Japonya tecrîd şermezar kirin û dengê xwe li hikûmeta Tirk kirin. -
Arjantîniyan li dijî Tirkiyê name nivîsîn
Parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedarên Arjantînî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê û tecrîda li ser Ocalan guftûgo kirin. Têkildarî mijarê name dane hikûmetê. -
NAVDEM’ê Cejna Qurbanê li Kurdan pîroz kir
NAVDEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Qurbanê li gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. -
HDP: Em darbeya qeyûm qebûl nakin
HDP'ê têkildarî desteserkirina şaredariyên DBP'yî de, ku bi rêya qeyûm tê kirin daxuyaniyek weşand û diyar kir, ev helwest wê pirsgirêkên heyî yên li bajarên Kurdan kûrtir bike. -
Dîplomatên Kurd: Hewldanên me yên ji bo azadiya Ocalan wê dewam bikin
Komek ji 5 kesan, ku ji xebatkarên dîplomasiyê yên saziyên Kurd ên li Ewropayê pêk tê, ji duh ve ji bo destekê bidin rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê di greva birçîbûnê de ye. -
Nûnerên Asûrî-Suryanî: Parastina Ocalan parastina rastiyê ye
Nûnerên gelê Asûrî-Suryanî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Kurdên Êzidî ya greva birçîbûnê tevlî çalakiyê bûn. Nûneran gotin parastina Ocalan parastina rastiyê ye. -
Li Stenbolê 26 wesayît hatin şewitandin
Li Stenbolê 26 wesayît bi benzînê ve hatin şewitandin. -
Demîrtaş: Erdogan ji aştiyê ditirse, lewma deriyê Îmraliyê girt
Demîrtaş li Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê axivî û got, Erdogan ji aştiyê ditirse, lewma deriyê Îmraliyê girt.