Necla Yildiz serbest hate berdan
Necla Yildiz a ku di sala 2016’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê hate berdan.
Necla Yildiz a ku di sala 2016’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê hate berdan.
Endamên TUHAYDER û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li pêşiya girtîgehê Nexla Yildiz pêşwazî kirin.
Necla Yildiz di axaftina xwe de endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Mirovekî gelek biqedir û biqîmet bû. Ya girîng ew e ku mirov bi hev re têbikoş e û xwedî li têkoşîna bi hezaran welatiyên me yên şehîd derkeve. Hêvîdarim hemû hevalên me di demekî nêz de bên berdan. Em deyndarên dilxwazin. Em dizanin ku em çiqas deynê xwe bidin em ewqas dê bêhtir dewlemend bibin.”