ROJANE
Hemû Nûçe
-
Doza komkujiya Parîsê ket
Doza sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Fîdan, Leyla ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatibûn kuştin û dihate payin ku 23-24 Çile li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê were dîtin, ket. -
Polîsan li ser giliyê Mîroglû yê AKP'yî avêtin ser mala Ferhat Tûnç û ew birin edliyeyê
Ji ber lêpirsîna li ser giliyê Orhan Mîroglû yê AKP'yî, polîsên Tirk avêtin ser mala hunermend Ferhat Tûnç û ew birin Dozgeriya Buyukçekmeceyê. -
Li Qahîreyê semînera li ser Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê
Ji bo danasîna danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bi tevlîbûna nûnerên federasyonê û gelek akademîsyen, nivîskar û rojnamevan li Qahîreyê semînerek hate lidarxistin. -
Sariyildiz ê ku li MPKE'yê axivî: Em serî li ber şantajan natewînin
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku di rûniştina MPKE'yê de axivî: Li dijî sûcên tên kirin bêdengbûna saziyên navneteweyî KE, YE û NY'yê, tê wateya hevkariyê. -
Dixwazin bêhiqûqiya Qesrê veguhezin Swîsreyê
Daxwazên bêhiqûqiya Serokkomarê Tirk Erdogan xwe gihand Swîsreyê. Berdevkê Odeya Edlatê ya Federal a Swîsreyê Folco Gallî diyar kir ku Tirkiye di gelek nuqteyên edlî de daxwaza alîkariyê ji Swîsreyê dike. -
Sariyildiz: Rojên giran wê derbas bibin, faşîzm wê têk biçe
Wekîlê HDP’ê Sariyildiz li St. Galan, li kongreya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk axivî. Sariyildiz got, bi têkbirina faşîzmê re wê rojên giran derbas dibin. -
Eger ev pêşnûme bibe qanûn wê înfazên li girtîgehan zêde bibin
Pêşnûme Qanûna Xizmetên Ewlekariyê ya Saziyên Înfaza Ceza, ku desthilatdariya AKP/Qesra Erdogan dixwaze wê bike qanûn, rê li ber înfazên li nava girtîgehan vedike. Di heman demê de 'hêzên ewlekariyê' yên li girtîgehê gunehan dikin jî, diparêze. -
Girîngiya dîrokî ya têkoşîna antî faşîst
Helbet berxwedana demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê girîng e û divê mirov heqê wê jî bide. Lê ev berxwedan hê jî têrî nake. Divê hîn bêtir bê mezinkirin û geşkirin. -
Bîlgen: Na wê bibe destpêkeke nû
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku kampanyaya ‘’na’’ wê bibe destpêkeke nû û got, ‘’di raya giştî de bixwazin çi têgihiştinê çê jî bikin, bi awayekî ku spekulasyon neyê kirin, em ê xebata ‘’Na’’ bkin. -
Dîlek Ocalan: Em ê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin
Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan li Moskowayê axivî û got, "Em ê sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Em yekî tenê jî bimînin, em ê li ber vê zîhniyeta yekperest rabin." -
'Pêşmergeyên Rojava', biryargeha Til Cîbrînê û Astana
Hemû komên ku ji bo Astanayê hatin vexwendin komên çekdar ên Birayên Misilman in. Ji bo vê jî ku em bibêjin dubareya civîna li Riyadê ye, ku par hatibû kirin, wê ne şaş be. -
Li Ûlm û Frîboûrgê kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê û li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. -
DYA, YE û Kurd lê nînin; gelo wê ji Astanayê çi derkeve?
Kurd, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) tevlî danûstandinên li Astana nabin. Komên ku weke mûxalefetê jî tên pêşkêşkirin, ji her demê bêhtir parçe bûne û qels in. -
Îngilîstanê bi buhayê 60 mîlyon Euroyî çek firot Tirkiyeyê
Tevî zext û zordariya faşîst a li Tirkiyeyê jî, Îngilîstanê ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve bi buhayê 60 mîlyon Euroyî çek firot Tirkiyeyê. -
Bîlgen: Di vê demê de wê kerê me yê esasî rêxistinkirina civakê be
Bîlgen: Di vê demê de wê karê me yê esasî rêxistinkirina civakê be. Derfetên organîzekirina xebatekî gel a bi bandor û xwe gihandina beşên civakê yên ku heta niha me xwe negihandiye derdikeve holê. -
FEDA 7'emîn Kongreya xwe li dar xist
Federeasyoan Ewlewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) 7'emîn Kongreya xwe li bajarê Leverkûsen a Elmanyayê li dar xist. -
Ji bo Çagla Ûzûn a endama YPJ’ê li Seyhanê konê taziyê hate vedan
Ji bo Çagla Ûzûn (Amara Semsûr) ku li Reqayê jiyana ji xwe dest da li Seyhanê konê taziyê hate vedan. -
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li qadan e
Li bajarê Lahr, Stûttgart, Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî û mîtîng hatin lidarxistin. -
'Li pêşiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tenê alternatîfa şoreşê heye'
Şerîk: Eger sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê û hêzên demokrasî û azadiyê yên Kurdistanê wê li hev bicivin û têbikoşin, divê baş zanibin ku ev têkoşîn wê li dijî AKP û Erdogan bibe mekanîzmaya herî xurt a parastinê. -
Xebat Dêrik li Bernê hat bîranîn
Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Mahmûd Mûhammed (Xebat Dêrik) li bajarê Bern ê Swîsreyê hat bîranîn. -
Ji bo azadiya Ocalan li Fransa, Elmanya û Swêdê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Stockholm û Gavle yên Swêdê, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê û li bajarê Creîl ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin. -
Şervanên YPG'ê Yagiz û Daban li Goteborgê hatin bîranîn
Şervanên YPG'ê Îlhan Yagiz (Cûdî Batman) û Îsmaîl Daban (Ahmet Cûdî) ên di pêngava 'Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, tevî Cîhat Altûn ê par li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin, li bajarê Goteborgê hatin bîranîn. -
Li Marsîlyayê çalakiya ji bo eşkerekirina kiryarên Parîsê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo eşkerekirina kiryarên komkujiya Parîsê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşek organîze kirin. -
Li Manîsayê 6 endam û rêveberên HDP'yî hatin girtin
6 kesên ku rêveber û hevserokên HDP'ê yên navçeya Manîsayê jî di nav de, piştî bi şertê kontrola edlî hatin berdan û şûnde, li ser nerazîbûna dozger hatin girtin. -
DYA wê ji bo Astanayê heyetê neşîne
Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), ragihan ku wê ji bo civîna Astana ku roja Duşemê bê lidarxisin, heyet neşîne, tenê wê di asta sefaretxaneyê de başdar bibin.