Dixwazin bêhiqûqiya Qesrê veguhezin Swîsreyê

Daxwazên bêhiqûqiya Serokkomarê Tirk Erdogan xwe gihand Swîsreyê. Berdevkê Odeya Edlatê ya Federal a Swîsreyê Folco Gallî diyar kir ku Tirkiye di gelek nuqteyên edlî de daxwaza alîkariyê ji Swîsreyê dike.

Bi taybet piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê û şûn de polîtîkanyên antî- demokratîk ên Serokkomarê Tirk Erdogan li Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne, dibe sedema nerazîbûna Turkiyeyî, Kurdistanî û Swîsreyiyên li Swîsreyê dijî. Her wiha Erdogan xwe amade dike ku pêşiya nerazîbûnên li dijî xwe bigire.

Tirkiye ya ku ji Swîsreyê daxwaza alîkariya edlî kir, Erdogan daxwaz ji Swîsreyê kir ku li dijî polîtîkayên Erdogan, nivîs dinivîse, nirxnadin dike, rexne dike divê bên darezandin an jî radestî wan bike.

Li ser têkiliyên dem dirêj ên Enqerê yên li gel Swîsreyê ev daxwaz derketiye pêş.

DIXWAZIN DOZÊN HEQARETÊ YÊN LI DIJÎ ERDOGAN VEGÛHEZIN SWÎSREYÊ

Berdevkê Odeya Edaleta Federal a Swîsreyê Folci Gallî yê li Sonntags Zeîntûngê daxuyanî da, diyar kir ku Tirkiye di gelek aliyan de alîkariya edlî daxwaz kiriye, piranî daxwazên hatin kirin heqaretên li Serokkomar dikine. 

Gallî diyar kir ku beşekî mezin a daxwazan ji ber parvekirinên li ser torên civakî yên weke heqaret li Serokkomar tên kirin, dibînine.

Li ser vê daxwaza Tirkiye wê Swîsre rêyek çawe bişopîne nediyare, ji niha ve li ser daxwazên Tirkiyeyê li Swîsreyê deng vedane.

DAXWAZA TIRKIYEYÊ LI DIJÎ DEMOKRASIYA SWÎSREYÊ YE

Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku nuqteyên ku wek sûc dibîne, di Disûra Bingehîn a Swîsreyê de dikeve çarçoveya îfadeya azadiyê.

Li aliyê din têkildarî mijarê gelek siyasetmedarên Swîsreyî, diyar kirin ku ev daxwaza Tirkiyeyê li dijî demokrasiya Swîsreyê ye, Erdogan dixwaze li Swîsreyê pêşiya dengên li dijî xwe bigire.

SWÎSREYIYAN ERDOGAN WEKE DIKTATOR PÊNASE KIRIBÛ

Beşên demokrat ên Kurdistanî û demokrat ên li Swîsreyê dijîn li dijî polîtîkayên antî demokratîk ên Erdogan li Tirkiye Kurdistanê pêk tîne bi çalakiyan protesto kirine û gelek partiyên siyasî yên Swîsreyî, dezgehên civaka sivîl, parlementeran li dijî kiryarên antî-demokratîk ên Erdogan diyar kiribûn ku ev kiryar dij mafê mirvan e û vê yekê qebûl nakin, Erdogan weke diktator pênase kiribûn.