Eger ev pêşnûme bibe qanûn wê înfazên li girtîgehan zêde bibin

Pêşnûme Qanûna Xizmetên Ewlekariyê ya Saziyên Înfaza Ceza, ku desthilatdariya AKP/Qesra Erdogan dixwaze wê bike qanûn, rê li ber înfazên li nava girtîgehan vedike. Di heman demê de 'hêzên ewlekariyê' yên li girtîgehê gunehan dikin jî, diparêze.

Desthilatdariya AKP/Qesra Erdogan hewl dide pêkanînên Rewşa Awarte yên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê xistin meriyetê, mayînde bike. Yek ji pêşnûmeyên ku dixwazin di vê çarçoveyê de bikin qanûn, Pêşnûme Qanûna Xizmetên Ewlekariyê ya Saziyên Înfaza Ceza ye.

Pêşnûmeya ku tê payîn bikeve rojeva meclîsê, hemû pêkanînên ewlekariya hundir û derve yên girtîgehan radestî Wezareta Edaletê dike. Bi pêşnûmeyê re erk û destûr ji 'hêzên ewlekariyê re tê dayîn, ku li nava girtîgehê çekê bi kar bînin. Û ji bo bikaranîna çekê jî ti sînor nayê diyarkirin.

Eger pêşnûme bibe qanûn, wê 'hêzên ewlekariyê' karibin li dijî girtî û hikumxwaran ço, ava şid, gazên çav dişewitîne, toz, kûçik û çekê bi kar bînin.

Di heman demê de, 'hêzên ewlekariyê' bêyî hişyariyekê bidin wê karibin yekser serî li şîdetê bidin. Sînorê vê şîdetê jî ji kêfa dilê 'hêzên ewlekariyê' re tê hiştin.

Xala 11. a pêşnûmeyê bi vî rengî hat guhertin: "Hêzên ewlekariyê dikarin çekê bi xwe re bigerînin". Li gorî xala li ser erka bikaranîna çekê, eger girtî û hikumxwar 'li ber xwe bidin' wê 'hêzên ewlekariyê' karibin yekser çekê bi kar bînin. Di rewşeke bi vî rengî de, eger girtî bikevin greva birçîbûnê, yan jî li deriyan bidin, yan jî dirûşman biqîrin, wê 'hêzên ewlekariyê' karibin li dijî wan çekê bi kar bînin.

Pêşnûme wekî din, 'hêzên ewlekariyê' bi rengekî taybet diparêze. Bi vê yekê re wê nasnameya personelên li girtîgehê şîdet kiriye, bê veşartin.

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Şaxê Stenbolê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, desthilatdariya siyasî ya heyî hewl dide pêkanînên faşîst ên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bike qanûn.

Platformê ragihand, eger pêşnûme bibe qanûn wê pêşî li komkujî û înfazên bêdaraz neyê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev pêşnûme qanûna ku li pîvanên hiqûqê yên gerdûnî nayê, divê derhal bê betalkirin."