DYA wê ji bo Astanayê heyetê neşîne

Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA), ragihan ku wê ji bo civîna Astana ku roja Duşemê bê lidarxisin, heyet neşîne, tenê wê di asta sefaretxaneyê de başdar bibin.

Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mark Toner ji ajansa Reuters re axivî û ragihand, sedemê neşandina heyetê ya ji bo civîna Astanayê, weke sonxwarina Danold Trûmp a ji bo pewirê û pêvajoya derbasbûna rêveberiyê nîşanda. 

Toner diyar kir ku wê tenê Sefîrê Emerîka yê Kazakîstanê tevlî civînê bibe û wê welat temsîl bike.

Têkildarî beşdarbûn an jî nebeşdarbûna DYA'yê ya civîna Astanayê, roja Çarşemê li Rûsyayê daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku hem DYA û hem jî Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine daxwazkirin. Li ser navê NY'yê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Staffan da Mîstûre wê başdar bibe.