Li Ûlm û Frîboûrgê kongreyên NCDK hatin lidarxistin

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê û li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Bi qasî 150 endam û mêvan tevlî kongreyê bûn. Hevberdevka NAV-DEM'ê ya Bayernê Vesîle Sonmez Han û siyasetmedar Huseyîn Denîz jî li kongreyê amade bûn.

Berdevkê Meclîsê Medenî Sonmez di destpêka kongreyê de axivî û piştre siyasetmedar Denîz mafê axaftinê girt. Denîz tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa parlamenterên girtî, rola Kurdan li Rojhilata navîn û polîtîkayên AKP'ê û Barzanî nirxand.

Li ser navê NAV-DEM'ê jî vesîle Sonmez Han peyivî û destnîşan kir, ku têkoşîna jinên Kurd li gelemperiya cîhanê bûye mînak.

Di encama kongreyê de Pervîn Erol û Halît Gun weke hevserok hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Ji Serok Apo re azadî" qediya.

FRÎBOÛRG

Kongreya NCDK a bajarê Frîeboûrg ê Swîsreyê jî bi beşdariya bi dehan Kurdistaniyan pêk hat.

Di şexsê Mehmet Tûnç de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û hat ragihandin, li Rojava û Bakurê Kurdistanê, bi berxwedaneke destanî pêşî li polîtîkayên înkar û tinekirinê hatiye girtin. Qisekeran bal kişandin ser danûstandinên Astana û Cenevreyê û diyar kirin, têkoşîna gelekî nabe tine bê dîtin.

Di dawiya kongreyê de Bedriye Ogûz û Huseyîn Cebedag weke hevserok hatin hilbijartin.