Girîngiya dîrokî ya têkoşîna antî faşîst
Helbet berxwedana demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê girîng e û divê mirov heqê wê jî bide. Lê ev berxwedan hê jî têrî nake. Divê hîn bêtir bê mezinkirin û geşkirin.
Helbet berxwedana demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê girîng e û divê mirov heqê wê jî bide. Lê ev berxwedan hê jî têrî nake. Divê hîn bêtir bê mezinkirin û geşkirin.
Hewla AKP û MHP’ê ya bi guherandineke qismî ya destûra bingehîn ve anîna pergala serokatiyê ya li gorî feraseta wan, berdewam dike. Li gel dijberiya aktîf a HDP û CHP’ê jî tê gihiştin ku wê ev guherandina navbuhurî di meclîsê re derbas bibe û biçe ber dengdana gel. Bêguman ji vê gavê de nayê zanîn bê ka çi encam wê ji referandumê derbikeve. Di serî de HDP û tevahiya hêzên şoreşger û demokrat ji niha ve kampanyaya ji dîktatoriyê re –NA- dane destpêkirin. Tê payîn ku ev kampanya her biçe xurttir bibe û bigihije asteke encamgir.
Gelek derdor ev guherîna ku AKP û MHP dixwazin pêk bînin wek guhertina rejîmê binav dikin. Em tênagihijin bê ku ev di çi astê de guhertina rejîmê ye. Li gorî me ev destûr guhertineke qismî ya destûra 12 ê Îlonê ya sala 1982 an e. Ango ya tê kirin ji bilî guhertina rejîmê, nemaze nûkirin û restorekirina destûra cuntaya faşîst a Evren e. Her wiha zeximkirin û mayîndekirina dîktatoriya faşîst e. Afirandina dîktatoriyeke takekesî ye. Ango pergala ku Evrenê faşîst sazkar kirî nayê guherandin, wek dîktatoriya take mirovekî hîn bêtir tê hêzdarkirin. Pênasekirina rastîn a kiryarên AKP û MHP’ê wiha ye.
Lê ev hewldana AKP û MHP’ê ya dixwazin dîktatoriya faşîst a 12 ê Îlonê ji nû ve sazkar bikin, wisa bi hêsanî nameşe. Li dijî vê êrîşkariya AKP û MHP’ê her diçe berxwedana hêzên şoreşger û demokratîk jî geş dibe û êrîşkariya faşîzma AKP-MHP jî dijwartir dibe. Li gorî daneyên gihane çapameniyê ji 20’ê Tîrmeha sala 2016’an ve hejmara kesên ku hatîn girtin ji 41 hezarî derbas bûne. Di nav vê dema navbuhurî de hejmara yên ku ji kar hatîn avêtin ji 100 hezarî derbas bûye û bi qasî 60 şaredarî jî ji aliyê qayûman ve hatine desteserkirin. Ji ber ku hejmara yên hatîn qetilkirin baş nayên zanîn, di vî warî de agahiyên îstatîstîkî jî nîn in. Lewre hîna jî nayê zanîn ku li Cizîrê çend kes hatin şewitandin û nasnamayên wan jî nehatîne eşkerekirin.
Tê dîtin ku plana AKP-MHP’ê ji gelek aliyan ve dişibe plana faşîzma 12 ê Îlonê ya sala 1982’ an. Bêguman gelek aliyên wê jî pergala Demîrel, Çîller, Gûreş, Agar a di salên 1990 î de tîne bîra mirovan. Tê zanîn ku ev plan jî di ser kuştina Turgut Ozal re hat bikaranîn. Wek ku niha bi lînckirina Fetullah Gûlen re dihête kirin. Helbet dibe ku ev kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê bi gelek bûyer û rûdanên dîrokî ve bên şibandin. Wek nimûne; komkujiya gelên Ermen, Rûm û Siryan a ji aliyê rêxistina Îtihad – Teraqiyê ve hatî kirin, dîsa mînaka kiryarên Hîtlerê faşîst mirov dikare bide nîşan.
Helbet hewldanên AKP-MHP’ê yên nûkirina dîktatoriya faşîst wisa bi hêsanî nameşe. Li dijî êrîşên topyekûn yên koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ji aliyê gelên li Tirkiyeyê û raya giştî ya navneteweyî ve berxwedan pir cidî dihête birêxistinkirin. Mixabin hîna jî ev têkoşîn wek tê xwestin rêkxistî û hevgirtî nîne. Dîsa mixabin hîn jî negihiştiye rêveberiyeke hevpar û bernameyeke polîtîk. Lewre hîn jî nikarin hevdu bigirin û di cihokekê de biherikin. Nikarin wek alternatîfeke hêzdar derkevine hemberî faşîzma AKP-MHP’ê.
Lê ji ber ku rewş wiha ye, mirov nikare bibêje ku hîç girîngiya berxwedana antî faşîst nîne. Kes nikare bêje ku berxwedana şoreşger û demokratîk ya heyî encam nade û bi ser nakeve. Na, berxwedana yekpare û topyekûn a niha xwedanê girîngiyeke pir mezin û manîdar e. Her roj serê dîktatoriya Erdogan-Bahçelî diêşîne û mehfa wan radike. Dike ku dîktatorên faşîst ji tirs û sawdariyê nekarîn rakevin û dike ku di nav şevreşkan de nekarîn jiyaneke asayî bijîn. Lewre di serî de gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk pir girîngî bi têkoşîna antî faşîst bidin û bête zanîn ku siberoja Tirkiyeyê di vê berxwedanê de ye.
Helbet ne sir û raz e ku gelê Kurd û Bizava Azadiyê ya Kurd pêşengên berxwedana demokratîk a li dijî faşîzmê ne. Vêna tevahiya hêzên şoreşger û demokratîk dizanin û qebûl dikin. Gelê Kurd jî bi vê feraset û zanînê ve li ser esasên piştgiriya gelan vê berxwedana pîroz bi rê ve dibin. Di nav vê çarçoveyê de gelê Kurd li dijî êrîşa topyekûn a faşîst, berxwedana topyekûn a demokratîk li dar dixin. Gelê Kurd li gel Rêbertiyê, gerîla, jin û ciwanan ve siyaseteke demokratîk bi rê ve dibin û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê seranser şerekî pîroz a azadiyê bi rê ve dibin. Ev berxwedan 40 sal in nehatiye şikestin, êrîşên AKP-MHP ê yên texlîda rabirdûyê dikin jî nikarin vê berxwedanê têk bidin.
Bêguman hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê jî li cem gelê Kurd di nav berxwedaneke girîng de ne û diyar e wê ev berxwedan di dema dengdayîna gel de bêtir wê geş bibe û bi pêş bikeve. Dêna xwe bidinê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rêxistinên jinan, ciwan, sendîka, saziyên demokratîk yên girseyî, rewşenbîr, hunermend û hind aliyên çapameniyê jî di nav de, her diçe di nav berxwedaneke mezin de cih digirin. Helbet ev berxwedana navbuhurî dikare lawaz û zeyîf bê dîtin û mirov dikare li ser girîngiya mezinkirin û belavkirina wê bisekine. Bêguman ev rast e û divê em bawer bikin ku dê di nêz de ev rewş biguhere û berxwedana şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê mezintir bibe. Xwestina van cuda ye û tinehesibandina heyînan û hêvîşikandin jî cuda ye. Dem dema nêzîkbûna erênî û handana pozîtîf e.
Wek nimûne, di berxwedana antî faşîst de helwesta siyaseta demokratîk di asta mînakdayînê de bi pêş ketiye. Helwesta ji meclîsê heta zindanê daye nîşan ku li dijî faşîzmê dengê gurr yê demokrasiyê ne û nayêne şikandin, ev helwest hêjayê pîrozkirinê ye. Nimûneya berxwedana demokratîk daye nîşan ku mirov dikare li dijî faşîzmê di nav her şert û mercê de jî li ber xwe bide û her çeper heta dawiyê dikare bête bikaranîn. Li ser vê esasê mirov dikare destnîşan bike ku siyaseta demokratîk li ber dilê gel bûye xwedî îtibarekê û bingeha xwe ya girseyî jî berfirehtir kiriye. Eger bikare di referandûma destûrê de –NA- yê bi ser bixe, wê demê dê bibe desthilata demokratîk a Tirkiyeyê.
Bêguman girîng e ku faşîzma AKP-MHP’ê ji derve ve jî bête tengavkirin. Li ser vê esasê helwestgirtina hêzên demokratîk yên navneteweyî ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rejîmê tengav dike û têkoşîna demokrasiyê jî hêzdartir dike. Tecrîdarkirina faşîzma AKP-MHP’ê ya li qada navneteweyî jî divê ji aliyê hêzên demokratîk ve bi berfirehî bête nirxandin û paye bê dayîn. Cuntayên leşkerî jî di nav de ti desthilatên Tirkiyeyê wiha ji aliyê pergala xwe ve nehatine tengavkirin û li derve nehatine hiştin. Her wiha divê her helwesta ku faşîzma AKP-MHP’ê tengav bike û her polîtîkayên bi vî rengî bi girîndayînê ve bêne nirxandin.
Helbet berxwedana demokratîk a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê girîng e û divê mirov heqê wê jî bide. Lê ev berxwedan hê jî têrî nake. Divê hîn bêtir bê mezinkirin û geşkirin. Dîsa ne di nav yekîtî û hevgirtinê de ye. Divê ev pir parçebûnî bê çareserkirin û yekîtî bê sazkirin. Pêdivî ye ku ji zindanê heta dibistanan, ji fabrîkeyan heta çiyan di her qadê de ev têkoşîn bêhtir bê aktîfkirin. Eger ev pêk bê, wê demê dê faşîzm têk biçe û demokrasî bi ser keve. Ev jî dê bibe serkeftina tevahiya hêzên demokratîk. Her wiha bê ku cudahiyê bixine nav mezin û piçûkan, ev dê bibe berdêla tevahiya êş û janên hatîn kişandin.