Polîsan li ser giliyê Mîroglû yê AKP'yî avêtin ser mala Ferhat Tûnç û ew birin edliyeyê
Ji ber lêpirsîna li ser giliyê Orhan Mîroglû yê AKP'yî, polîsên Tirk avêtin ser mala hunermend Ferhat Tûnç û ew birin Dozgeriya Buyukçekmeceyê.
Ji ber lêpirsîna li ser giliyê Orhan Mîroglû yê AKP'yî, polîsên Tirk avêtin ser mala hunermend Ferhat Tûnç û ew birin Dozgeriya Buyukçekmeceyê.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser mala hunermend Ferhat Tûnç.
Tûnç bi rêya twîtterê ev agahî da: "Polîs li ber deriyê mala min e û dibêjin, biryar heye ku min bi zorê bibin. Halbûkî, kengî bang li min kirin ez çûme."
EW BIRIN EDLIYEYÊ
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li ser giliyê wekîlê AKP'ê yê Mêrdînê Orhan Mîroglû, ji ber lêpirsîna bi sûcdariya 'heqaretê' Ferhat Tûnç birine Dozgeriya Buyukçekmeceyê.
Twîtta Ferhat Tûnç, ku Orhan Mîroglû yê AKP'yî weke 'heqaret' a li xwe dît, bi vî rengî ye: "Nivîsên vî kesê bûye tetîkkêşê Qesrê, mehdê mirovan li hev dixîne. Kurdan di dîroka xwe de gelekî ji destê van CAŞ'an kişandine."