BI DÎMEN

Sariyildiz: Rojên giran wê derbas bibin, faşîzm wê têk biçe

Wekîlê HDP’ê Sariyildiz li St. Galan, li kongreya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk axivî. Sariyildiz got, bi têkbirina faşîzmê re wê rojên giran derbas dibin.

Li St. Galen a Swîsre Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk Kongreya Asayî ya 4'emîn pêk anî.

Di kongrê de Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz axivî. Sariyildiz wiha got: ‘’Di dema pêvajoya çareseriyê de deskeftiyên gelê Kurd û gelên çewisandî, serfiraziya Rojava û Kobanê dewleta Tirk dîn û har kiriye.’’ û bi berdewamî got, bi vî awayî jî serî li konsepta îmhayê dane. Sariyildiz komkujiya Pirsûsê, Enqerê, Amedê û berxwedana ciwanan bi bîr xist û got kêmasiyeke gelekî mezin e ku ciwan tenê hatin hiştin.

Sariyildiz got ew ji demeke giran derbas dibin lê faşîzm wê têk biçe.

Li kongrê Rojda Yildiz li ser rewşa giştî ya rêxistinî axivî û got hem li welêt, hem li Ewropayê gel divê li gorî pêdiviyên xwe rêxistiniya xwe bikin.

Kongre bi dengdana plansaziya serdema nû, bi hilbijartina meclîseke ji 55 kesan pêk tê, bi dawî bû.