ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bîlgen: Weke HDP'ê em ê rêxistinkirina 'NA' ava bikin
Piştî civîna li Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û şûn de Berdevkê Patiyê Bîlgen, eşkere kir ku wê di referandomê de rêxistinkirina 'Na' ava bikin. -
Mezargeha Nebî Yûnûs ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin
Artêşa Iraq a ku ji bo rizgarkirina Mûsilê operasyon kirin, Mezargeha Nebî Yûnûs ji DAIŞ'ê rizgar kirin. -
HDK-Swîsre hat ragihandin
Kongreya Demokratîk a Gelan li Swîsreyê (HDK-Swîsre) hat damezrandin. -
Garo Paylan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, têkildarî zordariya li Meclîsê lê hat kirin û cezayê lê hat birîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. -
Di doza Pasûrê de hewldana 'necezakirinê'
Doza Pasûrê cara 12’an hate dîtin. Di dozê de dozger xwest ku doz ji bo dadgeha leşkerî were şandin. Parêzeran jî diyar kirin ku daxwaza şandina dadgeha leşkerî encama polîtîkaya necezakirinê ye û li dij derketin. -
Kahraman: Wê bibe sedsala Kurdan
Rojnamevan-Nivîskarê Kurd Ahmet Kahraman li Amsterdamê di panelekê de axivî û got, "Gelê Kurd ne ew gelê bêrêxistin, bêxwedî û bêartêşê yê salên 1920'î ye. Sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan." -
Parêzera Îtalyayî hat dersînorkirin
Parêzera Femînîst a Îtalyayî Spînellî, ku ji bo konferansa hiqûqê hat Tirkiyeye, hat dersînorkirin. -
'Kurdîtiya Azad wê li ser berxwedana Cizîr û Sûrê ava bibe'
Selahattîn Erdem, di salvgera Berxwedana Xwerêvêberiyê de bal kişandine ser rista berxwedanê û got, "Eger Kurdîtiya azad hebe ku ev bêguman e, wê li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê û şehîdên qehreman hebe." -
Îfadeya 6 rojnamevanan wê îro bê girtin
6 rojnamevanên ku ji 25'ê Kanûnê ve di binê çavan de ne, wê îro îfadeya wan bê girtin. -
Operasyona Mûsilê: 600 gund û navçe hatin rizgarkirin
Fermandariya Giştî ya Operasyona Nînovayê ragihand, ji 17'ê Cotmehê heta îro 600 gund û navçeyên Mûsil û derdora wê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. -
Astana çareserî ye?
"Rûsya ku li Baregeha Leşkerî ya Hmeymîm a Lazkiye, beriya niha çend caran partiyên Rojava û rêveberiya Şamê anîn gel hev, beriya civîna Astanayê ev hevdîtin bir Şamê." -
'Berdêla vê pêvajoyê giran e, lê destketiyên wê jî wê mezin bin'
Li ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin li Awûstûryayê panelek hate lidarxistin. Qisekeran dan xuyakirin, ku berdêlên pêvajoya heyî giran e, lê destketiyên wê jî wê mezin bin. -
Gerîla li bajarê Bottropê hatin bîranîn: Ew şehîdên gelê bi rûmet e
Gerîlayên HPG û YJA Starê, ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan li bajarê Bottropê hatin bibîranîn. -
Rûsya baregehên xwe yên li Sûriyeyê mezin dike
Ajansa Nûçeyan a Rûs Înterfaxê ragihand, Rûsya dixwaze bargehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê nû û mezin bike. -
Balafira kargo ya Tirk ket xwarê: Bi dehan kes mirin
Balafireke kargo ya Tirk, ku kêm ma bû xwe li paytexta Kirgizîstan Bîşkekê deyne, ket xwarê. Di bûyerê de herî kêm 37 kes mirin. -
Dîktatoriyên Zîmbabve û Malavî rewşa heyî Tirkiyeyê eşkere dikin
Mînakên Zîmbabve û Malavî nîşan didin, sîstema ji parlamenteriyê derbasî serokatiyê dibe, rê li ber dîktatoriyê vedike. Rewşa li van her du welatan, ji Tirkiyeyê ne cudatir e. -
Ahmet Turk ji girtîgaha Sîlîvriyê şandin Girtîgeha Xarpêtê
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê girtî, ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hate kirin. -
Erdogan û Alpay serdana Ozgurlukçu Demokrasî kirin
Asli Erdogan û Necmiye Alpay ku ji ber sedema endamê Desteya Rêveber a Ozgur Gundemê bûn hatibûn girtin û beriya bi demeke kin hatibûn berdan, serdana Ozgurluçu Demokrasî kirin -
Polîsan nehiştin ku rojname werin belavkirin
Polîsan li Edeneyê belesebep dest li ser rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya danîn. -
Zanîngeha Mûsilê ji DAIŞ'ê hat standin
Hêzên taybet ên Iraqê, Zanîngeha Mûsilê ji koma dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Ebadî: Em ê li dijî PKK'ê şer nekin, em ê pêşî li Êzidiyan negirin
Serokwezîrê Iraqê: Me ji Tirkiyeyê re got; em ê li dijî PKK'ê şer nekin û em ê li pêşiya Iraqiyan bi taybetî Êzidiyên alîgirê PKK'ê nebin asteng. -
Yuksekdag: Doza me wê bibe vegotina têkoşîna edaletê
"Me heta niha ti sînor, astengî û bend nas nekir. Em, dîwarên girtîgehê jî li pêşiya têkoşîna xwe ya ji bo maf, hiqûq û azadiyê weke astengiyê nabînin." -
Meş û xwepêşandanên ji bo azadiya Ocalan
Kurdistanî li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê daketin qadan û daxwaza azadiya Ocalan krin. Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî 'Koordînasyona ji Ocalan re Azadî' bi civînekê dest bi kar kir. -
Partiya Keskan: Li dijî Erdogan nerazîbûneke zelal divê
Piştî SP a Swîsreyê, partiya Keskan jî li dijî polîtîkayên antî-demokratîk ên Erdogan biryara têkoşînê da. Di civîna delegeyên navendî ya Keskan de, polîtîkayên Erdogan bi zimanekî tûj hatin rexnekirin. -
EMEP'ê Distûra Bingehîn a yekmêriyê protesto kir
Partiya EMEP'ê, li Qada Galatasarayê Distûra Bingehîn a bi xwe re rejîma ditatoriyê tîne protesto kir.