Îngilîstanê bi buhayê 60 mîlyon Euroyî çek firot Tirkiyeyê
Tevî zext û zordariya faşîst a li Tirkiyeyê jî, Îngilîstanê ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve bi buhayê 60 mîlyon Euroyî çek firot Tirkiyeyê.
Tevî zext û zordariya faşîst a li Tirkiyeyê jî, Îngilîstanê ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve bi buhayê 60 mîlyon Euroyî çek firot Tirkiyeyê.
Zext, zordarî û êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî mûxalîfan, xuya ye ne xema hikûmeta Îngilîz e.
Li gorî rojnameya The Gûardîan, ji 15'ê Tîrmeha 2016'an dema hewldana darbeyê û vir ve, Îngilîstanê bi 50 mîlyon Sterlîn (58 mîlyon Euro) çek û cebilxane firotiye Tirkiyeyê.
Tenê di navbera 1-30'ê Tîrmeha 2016'an de bi buhayê 30 mîlyon Euroyî materyalên ewlekariyê yên weke kask û alavên zirxî firotiye Enqereyê.
Tevî vê yekê, di heman demê de bi 10 mîlyon dolarî balafir, helîkopter û balafirên bêmirov ên keşfê firotiye. Wekî din bi buhayê 4,5 mîlyon Euroyî jî fuze û bombe firotiye.
Li gorî daneyên li ser firotina çekan, Brîtanya Mezin ji sala 2015'an û vir ve bi buhayê 380 mîlyon Euroyî çek firotiye Tirkiyeyê. Her wiha Tirkiye xist lîsteya 'bazara sereke' ya Departmana Bazirganiya Navneteweyî ya Îngilîstanê.