Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen di vekirina civîna Meclîsa Partiyê de axivî û wiha got: "Di vê demê de wê karê me yê esasî rêxistinkirina civakê be. Derfetên organîzekirina xebatekî gel a bi bandor û xwe gihandina beşên civakê yên ku heta niha me xwe negihandiye derdikeve holê."
Bîlgen diyar kir ku Desteya Rêveberiya Navedna HDP'ê û Koma Meclîsê hevpar civînek lidar xistine, di civînê de xebatên ku di demê dawî di Meclîsê de hatin kirin û demê pêşiya me de bên kirin, hate nirxandin.
Bîlgen li ser pêvajoya referandûmê ku piştî guhertina Disûra Bingehîn li Meclîsê hat qebûlkirin axivî.
"Em ê li vir pêvajoya referandûmê bi hevre nîqaş bikin. 'Er ê' jî 'Na' jî wê ji bo siyaseta Tİrkiyeyê encamên cidî derxîne holê. Divê em van bi awayekî bihistiyar binirxînin. Em ji bo ku ji 'Na' yê ji bo civaka Tirkiyeyê encamên erênî û demokratîk derxînin plansaziyekî stratejîk amade bikin. Em bi kê re li cem hev in, kî li aliyê din e, gotina kê bi ya me re li hev dike, hesabên kê ji bo berjewendiyên gel e divê em bersivekî zelal bidin vê yekê. Di pêvajoyekî wisa de gotineke zelal, ref zelalkirin ji bo siyasetî pîvana serkeftinê ye.
Em dikevin pêvajoya ku gotinên ku HDP û hevparên wê bi salan e dikin, qîmeta wî bê fêmkirin. Hêza me ya esasî wê bibe civakî bûn. Derfetên organîzekirina xebatekî gel a bi bandor û xwe gihandina beşên civakê yên ku heta niha me xwe negihandiye derdikeve holê.
Tirkiye di warê polîtîkaya derve de ji ber şaşîtiyên ku kiriye ji pêvajeyeke dijwar re derbas dibe. Di nava vî hefteyê de Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropoyê (MPKE) bi rojeva Tirkiyeyê kom dibe. Ev civîn ji bo têkîliyên Tirkiyeyê bi Ewropayê re girîng e. Ji bo ku rojeva Tirkiyeyê di civîna din de bê nîqaşkirin gelek hewl da dixwest 3 mehên din jî qezenc bike lê, ev nehat qebûlkirin. Pêkanînên şaş ên desthilatdariyê Tirkiye ber bi gotûbêjên 'Pêvajoya şopandinê' ve bir. Ev ji bo civaka Tirkiyeyê tê wateya windakirina statuyê.
Di polîtîkayên Iraq û Sûriyeyê de jî encamên heman şaşîtiyan li holê ye. Li Amerîkayê Trump êdî li ser kar e. Wê çawa nêzîkî pirsgirêka Kurd, Rojhilata Navîn bibe di têkîliyên Tirkiyeyê de li kû bisekine divê bê nîqaşkirin. Di têkîliyên Rûsyayê de jî divê paradîgmaya bingehîn a Tirkiyeyê bê nîqaşkirin.
Mijara esasî ya ku dibe sedema van şaşîtiyan jî tirsa Kurdan a Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka Kurd Tirkiyeyê bi rêve dibe yan jî Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêve dibe em ê vê careke din bibînin. Tifaqên nû yên Tirkiyeyê wê çiqas m desturê bide di van mijaran de pêşekitne çêbibe wê ji bo geşedanên li Sûriyeyê çiqas rê ji bo ferzkirinên îxtidarê bê dayîn di vî pêvajoyê de bersiva van bê dîtin.
'LI ENQEREYÊ BAZARA BI 1250 DOLARÎ SEFERÊN REQA Û AŞTIYÊ TÊ KIRIN'
Li Enqereyê bazarek hatiye avakirin. Bi 1250 dolarî bi aweyekî rêk û pêk seferên Reqa- Aştiyê tên kirin. Hemû kes dizanin ku çûn û hatineke zêde heye. Yekîneyên îstixbarat û ewlehiyê yên Tirkiyeyê li kû dera vê ne? Kê ew birin wê derê, yên ku birine paşde tînin? Ji bo rêxistinên DAIŞ û Nusrayê vegerînin hêviyên çi rengî hene, ev mijarên cidî yên nîqaşê ne.
Em ji bo ku 'Na derkeve' bi awayeke aktîf rêbazekî bimeşînin. Bila gumana tu kesan nebe. Di amosfereke seferberiyê de ji bo em xwe bigihînin derûdorên nû, teşwîqkirina 'Na' pêwîst e. Ev hem pêkan e, hem jî pêwîst e. Ji bo Erdogan bi aweyeke demokratîk rawestînin pêwîst e.