Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li qadan e
Li bajarê Lahr, Stûttgart, Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî û mîtîng hatin lidarxistin.
Li bajarê Lahr, Stûttgart, Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî û mîtîng hatin lidarxistin.
Li bajarê Lahr, Stûttgart, Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî û mîtîng hatin lidarxistin.
LAHR
Li bajarê Lahr ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meş û mîtîngek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Meşê danê nîvro ji Schlussel Platzê dest pê kir. Çalakgeran wêneyên Ocalan û alên YPG/YPJ'ê bilind kirin û heta Markt Platzê meşiyan. Li vê derê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
STÛTTGART
Li ser banga Platfroma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan piştî nîvro saet di 14:30 de ji Laûtenschlagerstrasse dest bi meşê kirin. Di dawiya meşê de li Schlossplatzê daxuyaniyek hat dayîn û çalakî qediya.
KOLN
Kurdistaniyên li bajarên Koln, Bonn û Dusseldorfê yên Elmanyayê dijîn, danê nîvro ji Ebertplatz a Kolnê dest bi meşê kirin û li Rûdolfplatzê mîtîngek pêk anîn. Li ser navê NAV-DEM, FEDA Û YJK-E li qada mîtîngê axaftin hat kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku pêkanînên faşîzan û qirkirinê yên dîkta Erdogan wê bi ser nekevin û banga berxwedana topyekûn kirin. Ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê jî bi kincên xwe yên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan duh saet di 14'an de li ber Europa Galerî li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê girseya gel axaftin hat kirin û bal hat kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd. Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan qediya.
ZURÎCH
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi pêşengiya rêxistina Ciwanên Azad çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Bi dehan ciwanên li Helvetîaplatzê li hev civiyan, bi qasî 4 kîlometreyan meşiyan. Di dema meşê de bi zimanên Elmanî, Tirkî û Kurdî dirûşme hatin qîrîn.