Bîlgen: Na wê bibe destpêkeke nû

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku kampanyaya ‘’na’’ wê bibe destpêkeke nû û got, ‘’di raya giştî de bixwazin çi têgihiştinê çê jî bikin, bi awayekî ku spekulasyon neyê kirin, em ê xebata ‘’Na’’ bkin.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî rêya ku ew ê di pêvajoya referandûmê de bişopînin li bînahiya navendî ya giştî daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Bîlgen diyar kir ku plansaziya wan ji bo dema pêş heye û got, ‘’xebatên me yên zelalbûyî hene: Yek jê li Amedê û yek jê li Stenbolê bi du deklarasyonan em ê banga têkoşîna demokratîk bikin’’

Bîlgen got, ‘di raya giştî de bixwazin kîjan têgihiştinê çêbikin jî, bi awayekî ku nikaribin spekulasyonê li ser bikin em ê bi zelalî xebata ‘’Na’’ bikin. Li gorî ankêtan hilbijêrên herî zelal ên HDP’ê en. Rêjeya ‘’na’’ ya HDP’yiyan ji rêjeya hemû partiyan zêdetir e. Ronahî, azadî, demokrasî û aştiya vî welatî ji ‘’na’’yê diçe. Na, wê bibe destpêkeke nû.’’