Ji bo azadiya Ocalan li Fransa, Elmanya û Swêdê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Stockholm û Gavle yên Swêdê, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê û li bajarê Creîl ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Stockholm û Gavle yên Swêdê, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê û li bajarê Creîl ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Stockholm û Gavle yên Swêdê, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê û li bajarê Creîl ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.
STOCKHOLM
Kurdistanî saet di 14:00 de li parka Hûmlegarden a Stockholmê li hev civiyan, bi alên PKK, KCK, KJAR, PYD û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Piştî vê meşa ku li ser banga rêxistina Ciwanên Azad ve hate lidarxistin, li meydana Norrmalmstorgê mîtîngek pêk hat. Li vê derê, daxuyaniya Ciwanên Azad aht xwestin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji nû ve destpêkirina danûstandinên aştiyê, pêwîstî bi azadiya Ocalan heye. Hat xwestin, tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin, destûr bê dayîn hevdîtinê bi malbat û parêzeran bike û serbest were berdan.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe jî da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne, darbe li vîna gel kiriye û dest daniye ser şaredariyan, parlamenter û hevşaredar girtiye.
Goktepe bibîr xist, ku dewleta Tirk ji berê ve tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz dike û anî ziman, ev tecrîda vîna bi mîlyonan mirovî ne ya qebûlkirinê ye. Goktepe destnîşan kir, ku bi deh hezaran kes daketine qadan û daxwaza azadiya Ocalan kirine.
Qisekeran bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê kirin, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan helwestê nîşan bidin. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya
GAVLE
Kurdistaniyên li meydana Storatorgetê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu" vekirin û alên PKK, KCK û PYD'ê hildan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Hevseroka Meclîsa Gel a Gavleborgê Cazya Mare axivî. Mare da xuyakirin, ku bi binpêkirina peyman û hiqûqa navneteweyî re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl tê girtin û tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin. Mare bang li CPT kir, ku li ber tecrîda giran a li ser Ocalan rabe.
Li ser navê malbatên şehîdan Vecdîn Batte ragihand, nêrînên Ocalan ji aliyê girseyeke berfireh a li çar parçeyên Kurdistanê ve tê pejirandin û diyar kir, gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe derdikeve û wê ji niha û pê ve jî xwedî lê derkeve.
Hevserokê Meclîsa Gel Mahmût Nisêbîn jî ji bo meşandina têkoşîneke xurt û rêxistinbûyî, bal kişand ser girîngiya destekkirina meclîsê. Nisêbîn da xuyakirin, ku ji bo sala 2017'an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê hemû Kurdistanê hê bi xurtî têbikoşin.
DORTMÛND
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, li ser banga KCDK-E û TJK-E, ji ber Gara Trenê ya Naevndî heta sûkê meşek hate lidarxistin.
Bi sedan kes, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê TJK-E axaftin li vir hat kirin û hat gotin, "Azadiya Rêberê me azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e. Ji ber vê yekê em ê çalakiyên xwe her bidomînin û Rêberê xwe azad bikin."
Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn. Meş bi mîtîngê qediya.
CREÎL
Li bajarê Creîl ê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li ber Gara Trenê ya Navendî li hev civiyan, heta ber avahiya Şaredariya Creîlê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hat qîrîn.
Li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesê yekane ye ku dikare aştiyê pêşkêşî welêt û cîhanê bike. Azadiya Rêberê me azadiya hemû gelan e."