ROJANE
Hemû Nûçe
-
KESK’iyên li Amedê: AKP dihele em ê rajêrî wê nebin!
Ji bo kedkarên civakî yên ku li Amedê ji kar hatine derxistin çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyama hate dayin ku wê li dijî polîtîkayên AKP’ê li ber xwe bidin û hate gotin her diçe AKP dihele. -
ÎHD: Di salekê de 47 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Şaxê Stenbol, ragihand ku di sala 2016'an de 47 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. -
CDK-F'ê ji bo mîtînga 23'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
CDK-F'ê ji bo mîtînga 23'ê Çileyê ya li Parîsê, ku wê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Xizmên windayan li Amed û Îzmîrê daketin qadan
Çalakiyên xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed û Îzmîrê dewam kirin. Di çalakiyan de li aqûbeta Metîn Bûdak, kalê wî Bahrî Bûdak, Ahmet Şayik û Mehmet Omeroglû hat pirsîn. -
KNK: Komara Mehabadê cihê serfiraziya gelê Kurdistanê ye
KNK’ê salvegera damezrandina Komara Kurd a Mehabadê pîroz kir û got, "Ew destketa dîrokî, bû cihê dilxweşî û serfiraziya gelê Kurdistanê." -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Operasyonên qirkirina siyasî, ku rejîma AKP/Qesra Erdogan li dijî gelê Kurd û HDP'ê dimeşîne, dewam dikin. -
NCT: PKK gefê li ewlekariya Swêdê naxwe
NCT'ê di nirxandina xwe ya sala 2017'an a têkildarî gefa terorê de got, niyeteke PKK'ê nîne ku li Swêdê çalakiyên 'terorê' lidar bixe. NCT'ê destnîşan kir, rîska herî mezin a terorê dibe ku ji tevgerên Îslamî yên tund were. -
Kartal: Divê gelê me li dora Rêber Apo li hev bicive!
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li Kurdan kir, ku li dijî komploya 15'ê Sibatê çalakiyên protestoyî lidar bixin û got, "Divê gelê me di vê demê de dakeve kolanan bin û li dora Rêber Apo li hev bicive." -
Qanûna Dîktatoriyê li Meclîsê hat qebûlkirin
Hemû xalên pêşniyara guhertina destûra bingehîn a ji bo sîstema serokatiyê hat amadekirin, li Meclîsa Tirkiyeyê di dengdanê de hatin qebûlkirin. -
Li dijî avahiya AKP'ê ya Stenbolê çalakî
Li dijî avahiya AKP'ê ya bajarê Stenbolê çalakiyek bi çeka lav hate lidarxistin. -
Li dijî Midûryeta Emniyeta Stenbolê çalakiya bi roketê
Li dijî Midûryeta Emniyeta Stenbolê çalakiya bi roketê hate lidarxistin. -
Doza qetilkirina Hrant Dink hat taloqkirin
Doza qetilkirina Hrant Dink wê meha Sibatê berdewam bike. -
Li Babê herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê li Babê êrîşî leşkerên Tirk kirin û di encama êrîşê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Greva karkerên metalê hate qedexekirin
2 hezar û 200 karkerên ser bi Sendîkaya Kar a Metalê ya DÎSK'ê, danê vê sibehê li 13 febrîqeyan ketin grevê. Lê belê bi hinceta ku 'gefê li ewlekariya milî dixwe' greva karkeran hat qedexekirin. -
Ciwanan ji bo azadiya Ocalan çalakî lidar xistin
Ciwanên Kurd ên li Creîlê dijîn, ji bo azadiya Ocalan pankart vekirin û ji bo meşa dirêj a 5'ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin. -
Welatparêzê Kurd Necatî Karadag jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Necatî Karadag ji ber nexweşiya kansera pişikê jiyana xwe ji dest da. -
Li Edene û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Li Edeneyê 5, li Manîsayê jî 8 kes hatin binçavkirin. Li Manîsayê her wiha 3 kes hatin girtin. -
Ji bo rojnamevan Çelîk serî li Neteweyên Yekbûyî hat dayîn
Ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku hatiye girtin, serî li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hat dayîn. -
Parlamentera HDP'ê Başaran hat berdan
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, ku danê vê sibehê li Enqereyê hatibû binçavkirin, hat berdan. -
Sariyildiz: AKP hewl dide ku xwe ji darizandinê bifilitîne
Çalakiya Hefteya Kurd a li Toulouseyê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de parlamenterê hDP'ê Sariyildiz axivî û got: "’AKP dixwaze bi guherandina destûra bingehîn xwe ji darizandinê bifilitîne." -
Li Îzmîrê Tevgera Ciwanên Şoreşger hat ragihandin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Îzmîrê hat ragihandin. Di daxuyaniya ragihandinê de bang rêxistinbûnê li ciwanan hat kirin. -
KNK'ê ji bo Pîr Elî Heyder Cîlasûn peyama sersaxiyê weşand
KNK'ê da xuyakirin, ku Pîr Elî Heyder Cîlasûn di dema damezrandina PKDW û KNK'ê de xwedî kedeke mezin bû û ji ber wefata wî ji malbat û dostên Cîlasûn û tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. -
Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî de ne
Li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ku notên girtiyan jî tên desteserkirin, lêgerîna bi rengê tazî tê ferzkirin û serdegirtina qewîşan lê dewam dike, 5 girtî ev 3 roj in ji bo bicihanîna 4 daxwazên xwe di greva birçîbûnê ya bêdawî de ne. -
Parlamentera HDP'ê Başaran hat binçavkirin
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, li Mêvanxaneya Egîtîm-Sen a Enqereyê hat binçavkirin. -
Polat: Rojnamevan ji bo xatirê wezîrekî girtin
Rojnamevan Fatîh Polat diyar kir, girtina Omer Çelîk, Mahîr Kanaat û Tûncay Ogreten nîşan dide, bê dewletê ji bo xatirê wezîrekî bi çi rengî rojnamevan kiriye qurban.